Gelê Botanê dest bi 'Meşa Azadiyê' kir

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya fîzîkî îro 'Meşa Azadiyê' dest pê kir.

Navenda Nûçeyan - Ji Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan ev 32 meh in agahî nayê girtin. Li dijî tecrîda giran û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD FED), MEBYA-DER  “Meşa Azadiyê” li dar dixin. 

 Şêniyên li Cizîra Şirnexê bi awayekî girseyî bi coş ber bi Amedê ve derket ser rê. Berî bi rê bikeve girseyê daxuyanî da. Li ser navê gireseyê parlamenterê HEDEP'ê yê Şirnexê, Mehmet Zeki Yilmaz daxuyanî da. Mehmet da zanîn ev 25 sal in tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome û got:"Me li dijî tecrîdê hemleyek da destpêkirin. Her çiqas astengî çêbibe jî em ber bi  Gemlîkê ve diçin. Em nasekinin û berê xwe bi Îmraliyê vedikin. Em ê ji vir herin Amedê û ji wir bi awayekî girseyî herin Gemlîkê. Her kesên ku mafê mirovan û azadiyê diparêzin bila tevlî vê meşê bibin. Heger ev tecrîd rabe û aştî û demokrasî bê."

Daxuyanî bi dirûşmên "Be serok jiyan nabe","Ji tecrîdê re na" û bi tilîliyan bi dawî bû. 

 Li Rihayê jî ji bo tev li Meşa Azadiyê bibin li navçeya Cûrnê Reş civiyan. Heta ku gel amadekariyên xwe temam kir, dirûşmên wek "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok Jiyan nabe" berz kirin. Piştî amadekariyan welatî li wesayîtên xwe siwar bûn û ji bo basê meşê yê Amedê bibin, berê xwe dan navenda Amedê.