Cezayê girtîgehê li Hamîda Zareyî hat birîn

Aktîvîsta Hemîda Zareyî ya ku di meha Hezîranê de ji ber hinceta li dijî qanûna hicaba ferzkiri derketiye salek cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Navenda Nûçeyan - Dadgeha Şoreşê ya Şaxê ‘emîn a Kercê, ji ber redkirina hicaba ferzkirî, salek cezayê girtîgehê li xwendekara masterê ya rêveberiya aborî ya zanîngeha zanist û lêkolînê Hamîda Zareyî birî. Çalakvana ku ji ber sûcê "propagandaya li dijî rejîmê" 1 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, 2 sal qedexeya medya dijîtal û 2 sal jî hepsa malê lê hat birîn.

Çalakvana ku ji ber hinceta ku hîcab nedaye serê xwe derneketibû dadgehê, ji meha Hezîranê ve li Girtîgeha Kaçuyî ya Karazê tê girtin.