Rêxistina Sara derbarê 25’ê Mijdarê de panelek lidarxist

Li bajarê Qamişlo di çarçoveya rêzeçalakiyên 25’ Mijdarê de, ji aliyê Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan bi koordîneya Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk ve panêlek hat lidarxistin.

Qamişlo- Di çarçoveya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê de, îro  li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê bi koordîneya Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk ve panêlek bi beşdarbûna gelek sazî û dezgehên jinan di bin dirûşmeya “Namûs ne di bedena jinê de ya,  namûs di azadiya civak û erdê de ye” hat lidarxistin.

Mijarên bingehîn ên naveroka panêlê

Rêveberiya Rêxistina Sara a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Arzo Temo, têkildarî xebatên xwe yên 25`ê Mijdarê axivî û got: “Amadebûna me ji bo 25’ê Mijdarê wek hemû jinê cîhanê derdikevin kolanan ji bo vê rojê û dirûşmeyên li dijî tundiya li ser jinê dibêjin. Bernameyê kar û xebatê me jî heye. Panêl li ser mijara tundiya li ser jinê ji aliyê olî, huqûqî û civakî ve tê nîqaşkirin. Ev babetên nîqaşê heta niha li çar dibistanan hatiye dayîn û hîn didome. Bê guman ev kampanyaya me heya 12’ê Kanûnê dewam dike.”

‘Derfeta nîqaş û danûstandina vedibe’

 Rêveberiya Komeleya Aştî ya Mirovî Gulîstan Ezîz bal kişand li ser girîngiya panêlê û got: “Panêlên bi vî rengî xwedî girîngiyeke mezin in, ji ber ku bi sedema wan, jin mafên xwe nas dikin û baweriya wan bi hêztir dibe. Di roja îro de jin di her warî de gihaye asta rêvebirinê. Her wiha bi rêya vê panêlê rêyên nîqaşê di navbera jinan de vedibe ku bêtir karîbin nêrînan bidin û bistînin.”