Îsraîlê xwest Nexweşxaneya Şîfa di nava saetekê de were valakirin

Hat hînbûn Îsraîl dixwaze Nexweşxaneya Şîfayê ku îdia dike ji aliyê Hamasê ve wek 'navenda fermandariya leşkerî' tê bikaranîn, di nava saetek de bê valakirin.

Navenda Nûçeyan- Hat hînbûn ku artêşa Îsraîlê, ji bo tehliyeya Nexweşxaneya Şîfa ya li Zîvala Xezayê ji kesên di hundir de saetek dem daye.

Bijîşka ku ji El Cezira re axivî, da zanîn ku Îsraîlê ferman daye bijîşk, nexweş, kesên ji cih û warên xwe bûne û hemû kesên li nexweşxaneyê dimînin, di nava saetekî de li riya Kolana El Reşîd nexweşxaneyê vala bikin. Bijîşk, bal kişand ku ne pêkan e hemû kesên li nexweşxaneyê di nava saetekê de bên tehliyekirin.

Artêşa Îsraîlê li nêzî nexweşxaneyê ye

Çavkaniyên Wezareta Tenduristiyê yên li Xezayê jî ragihandin ku artêşa Îsraîlê ji rêveberiya nexweşxaneyê xwestiye Nexweşxaneya Şîfayê ya ku nexweş, birîndar, kesên koçber û personelên tenduristiyê cih digrin, bê valakirin. Li dijî nexweşxaneyê dorpêça artêşa Îsraîlê û her wiha xebatên lêgerîn û kolandinê yên li hundirê nexweşxaneyê didomin.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê jî di daxuyaniya xwe ya têkildarî nexweşxaneyê de wiha got: "Li Nexweşxaneya Şîfa ya ku ji aliyê Îsraîlê ve hatiye dorpêçkirin zêdetirî 7 hezar mirovên me hene. Xwarina ku tê dayîn tenê têra 400 kesan dike. Nexweşên li nexweşxaneyê birçîbûn û êşê dikşînin. Kesên ku ji cih û warên xwe bûne nikarin perçeyek nan jî bînin.”

Ji jiyana mirovan Îsraîl berpirsiyar e

Di daxuyaniya ji aliyê rêveberiya Filistînê ve hat dayîn de, ji jiyana bi hezaran kesên li Nexweşxaneya Şîfa ya li Xezayê ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatiye dorpêçkirin, Îsraîl berpirsyar hat dîtin. Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Dervê de, berdewamkirina dorpêça artêşa Îsraîlê ya Nexweşxaneya Şîfa ya Xezayê hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em Îsraîla dagirker, ji jiyana bi hezaran kesên ku pitikên prematur, nû ji dayik bûne, nexweş, birîndar, personelên tenduristiyê û kesên ji cih û warên xwe bûne jî di nav de, berpirsyar dibînin." Di daxuyaniyê de bi gotinên; "Dagirkeran dermanxaneya navendî ya nexweşxaneyê xistin bin kontrola xwe û ew der veguherandin girtîgeheke mezin”, hat diyarkirin ku av û xwarina Îsraîlê destûr da bikeve hundir, ji bi hezaran kesan tenê têra hinek kesan dike.

'Îsraîl li Nexweşxaneya Şîfayê kumkujiyê dike’

Hamasê jî di daxuyaniya xwe ya bi sernavê "Îsraîl bi şewqa kesk a DYE’yê pêxistiye re, li Nexweşxaneya Şîfayê qirkirinê pêk tîne" diyar kir ku Îsraîl bi tank û sekvanan nexweşxaneya Şîfayê veguherandiye baregeheke leşkerî, asteng dike ku ji bo derman biçin dermanxaneyê û li ber çavên cîhanê li nexweşxaneyê qetliaman pêk tîne.