WHO ji bo zekaya çêkirî hişyarî da

Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) diyar kir ku zekaya çêkirî ji xeynî alîkariya di teşxîsa nexweşiyan de metirsiyê jî digre nava xwe, hişyarî da ku sîstemên nehatine ceribandin wê ziyanê bidin nexweşiyan.

Navenda Nûçeyan-WHO’yê di daxuyaniyê de diyar kir ku zekaya çêkirî weke teşxîskirina nexweşiyan bi karanîna wê di qada tendirustiyê de belav bûye. Di daxuyaniyê de bal kişand ku ChatGPT, Google Bard modelên zimanê mezin (LLM) ji ber xwedîbûna şertên kêm ji derveyî alîkariya teşxîsa di nexweşiyan de, li kêleka wê metirsiyan jî digrin nava xwe û destnîşan kir ku divê di bikaranîna wê de baldarî hebe.

‘Dibe ku ziyanê bide nexweşan’

WHO di daxuyaniyê de diyar kir ku ji bo derfetê bidin xebatkarên tendirustiyê di mijara bikaranîna LLM de ‘bi xwestek e’ lê belê bi sîstema ku nehatiye ceribandin re bi lez girîngîdayîna wê hişyarî da ku rê li ber şaşiyan veke ku dikare zirerê bide nexweşan.

‘Divê bi riyên etîk were bikaranîn’

Di daxuyanê ye de hat bibîrxistin ku bi fikar in LLM bi awayekî hevgirtî nehatiye bikaranîn û vê pêkanînê baweriya bi zekaya çêkirî derbas kiriye û ewlehiya teknolojiya mijara gotinê, ji bo bi awayek bandor û bi riya etîk were bikaranîn baldarî pêwîst e. Di daxuyaniyê de hişyarî hat dayîn ku xwedîkirina zekaya çêkirî, di mijara daneyên hatine bikaranîn de xapînek e û agahiyên xelet dide.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku LLM ji agahiyên ji bo gel bi tendirust e were cudakirin metna zehmet, di nava deng û dîmen de bi awayek îqnaker hilberîna dezenformasyon û belavkirinê di xirabiyê de bi kar bîne.