Şêniyên Qamişloyê bi daxuyaniyek soza têkoşînê dan

Şêniyên bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rêxistinên civaka sivîl der barê salvegera destpêkirina êrîşên Tirkiyeyê li ser Efrînê daxuyaniyek dan.

Qamişlo- Tirkiye û komên çekdar ên girêdayî wê, di 20’ê Çileya 2018’an de êrîşî Efrînê kirin û piştî şerê 58 rojan, Efrîn hat dagirkirin. Her wiha di 20’ê Çileya 2021’ê de şaneyên çeteyên DAIŞ’ê êrîşê girtîgeha Sîna’a ya bajarê Hesekê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Rêxistinên civaka sivîl û şêniyên bajarê Qamişlo bi boneya salvegera destpêkirina êrîşên li ser Efrînê û êrîşa şaneyên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê, li derdora çerxeriya Efrînê ya bajarê Qamişlo, bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Daxuyaniya ku ji aliyê Hevseroka Maclisa Bajarê Qamişlo Hûriye Şemdîn ve hat xwendin wiha bû:

“Di salvegera 6’emîn a êrişên li ser Efrînê de, hîn jî  dewleta Tirk û hevkarên wê kiryarên dijmirovî pêk tîne û dewam dike. 180 hezar Kurd li ser axa xwe Efrîn bûn, li hemberî leşker û teknîkên şer ên herî giran li ber xwe dan. Tirkiyê dixwaze projeya Rêveberiya Xweser têk bibe. Îro Tirkiyê demografiya herêmên ku dagir kiriye, diguher e. Ne tenê li wan herêman, belê dewleta Tirk li pêş cavê cîhanê dixwaze ku ruhê Kurdistan qir bike.

Li kêlek dagirkirinê, xwest ku bi tehrîkkirina şaneyên DAIŞ’ê yên veşartî bi êrîşkirina girtîgeha Sînaa ya Hesekê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi hezaran çeteyên DAIŞ tê de ne re, dîsa terorê vejîn bike. Careke din li hemberî pilanên qirêj berxwedanî ji hêzên me yên leşkerî û gel hebû û 121 şervan şehîd ketin. Ji bo aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em soza xwe nû dikin bi hemû saziyên Rêveberiya Xweser,  gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şêniyên koçber ên Efrîn û Serê Kaniyê  ku em şopdarên rêya Şehîdên xwe bin. Di heman demê de pirojeya Rêveberiya Xweser bi ser bixin û careke din Efrîn, Serê kaniyê  û Girê Spî rizgar bikin û pirojeye Netewa Demokrat esas bigirin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Efrînê” bi dawî bû.