EŞÎK: Divê em Qanûna Medenî biparêzin

EŞÎK'ê, destnîşan kir mafên Qanûna Medenî misoger dike yek in û wiha got: "Em neçarin Qanûna Medenî ya ku ji bo jiyan, ji bo azadî û ji bo wekheviyê rêgaza laiktî di jiyana taybet de garantî dike û jiyanek sekûler biparêzin.”

Navenda Nûçeyan- Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK), Meclîsên Jinan û Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, dê li Stenbolê di 21’ê Çileyê saet 11:00’an de li Otela Taksim Pointê "Ji bo Qanûna Medenî Komxebata Têkoşînê” li dar bixin. EŞÎK'ê, di parvekirinên xwe yên li ser hesabên medyaya dîjîtal de banga tevlîbûna komxebatê kir.

'Ewlehiya hiqûqî ya tu kesî nebîne’

EŞÎK'ê, diyar kir Qanûna Medenî garantiya avakirina malbatek wekhev, hemwelatîbûna wekhev, şewaza jiyana laîktî, hevpariya civakî û aştiyê ye û wiha got: "Dema destûr bê dayîn hikûmet guhertinên rê li ber ji Qanûna Medenî derbasbûna ber bi hiqûqa olî bê kirin, di serî de jin û zarok ewlehiya hiqûqî ya tu kesî nemîne.”

'Em neçarin Qanûna Medenî biparêzin'

EŞÎK’ê, dest nîşan kir mafên ku Qanûna Medenî misoger dikin yek in û wiha got: “Ne tenê nefaka, bê destûr mafê jinan a karkirin, bê destûr mafê diyarkirina cihê niştecihbûnê, hijartina mala malbatê ya bihevra; hemû mafên ku wek wekheviya mîras, mafên milkiyetê, parvekirina mal û milkên ku di dema zewacê de hatine bidestxistin, birêvebirina yekîtiya zewacê, zarok xwedî kirin, velayet an jî wasîbûyin wekheviya li pêşberî qanûnê misoger dike, di xetereyê de ne. Em neçarin Qanûna Medenî ya ku ji bo jiyan, ji bo azadî û ji bo wekheviyê rêgaza laiktî di jiyana taybet de garantî dike û jiyanek sekûler ji bo me hemûyan pêkan dike, biparêzin.”