Ji bo bi milyonan kesên li Sûdanê neyê paşguhkirin bang hat kirin

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî, balkişand zêdetirî 7,7 mîlyon mirovên ji ber şer û pevçûnên li Sûdanê bi zorê ji cih û warên xwe bûne û bang li civaka navneteweyî kir bi mîlyonan sivîlên ku ev 9 meh in di pevçûnan de tên hedef girtin paşguh neke.

Navenda Nûçeyan – Bilançoya şer û pevçûnên ku ji 15’ê Nîsana 2023’an vir ve li Sûdanê di navbera artêş û Hêzên Pişgiriya Lez de dest pê kirye her ku diçe girantir dibe. Dîrektora Giştî ya Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) a Neteweyên Yekbûyî (NY) Amy Pope, der barê pevçûnên li Sûdanê berdewam dikin de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Amy Pope, bang li civaka navneteweyî kir xebatên fînansekirinê bi lez bikin û bi mîlyonan sivîlên ku ev 9 meh in pevçûnên li Sûdanê mexdûr dibin paşguh neke.

'Zêdetirî 7,7 mîlyon kes bi zorê hatin koçberkirin’

Amy Pope, diyar kir "Ji bo misogerkirina pêdiviyên zêde yên qeyrana herî mezin a koçberbûnê ya li Sûdanê tê jiyîn, pêdivîyek lezgîn bi mudaxaletek mirovahî ya koordînekirî û domdar heye” û da zanîn li Sûdanê ji 15’ê Nisanê vir ve ji ber pevçûnên di navbera arteş û Hêzên Pişgiriya Lez zêdetirî 7 milyon kes bi zorê ji cih û warên xwe bûne. Amy Pope, diyar kir ji kesên bi zorê ji cih û warên xwe bûne tenê 6 mîlyon di nava welat de ji cih û warên xwe bûn û da zanîn zêdetirî 1,7 milyon Sudanî jî reviyane welatên cîran ên wek Sûdana Başûr, Çad, Etiyopya, Komara Afrîkaya Navîn û Lîbyayê.

'Divê em pişta xwe nedin êşa bi mîlyonan mirovan'

Amy Pope yê got, "Ji bo ku li Sûdanê mirov karibin jiyana xwe bi rûmet ji nû ve ava bikin, pêwîstî agirbestek heye. Divê em pişta xwe nedin êşa bi mîlyonan mirovên ku ji pevçûnên wiha wêranker bandor bûne” û balkişand ji bo Sûdanê pêkanîna alîkariyên jiyanê berdewam bikin û çareseriyeke demdirêj bê misoger kirin, ji herdemî zêdetir pêwîstî piştgiriyê heye. IOM’yê ji bo piştgirîkirina 1,2 mîlyon mirovên ku ji pevçûnên li Sûdanê bandor bûne, banga alîkarî 307 mîlyon dolar kir.