Rapora ÎHD’ê ya girtîgehan: Di 3 mehan de 6 girtiyan jiyana xwe ji dest dan

ÎHD’ê binpêkirinên mafan ên di nava 3 mehan de li girtîgehên Anatoliya Navîn kir rapor. Li gorî raporê di girtîgehan de 6 girtiyan jiyana xwe ji dest dane, bi hincetên kêfî bi sedan bûyerên binpêkirina mafan hatin tesbîtkirin.

Navenda Nûçeyan- Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li ser binpêkirina mafan ên mehên Cotmeh, Mijdar û Kanûna 2023’yan li girtîgehên Anatoliya Navîn raporek amade kir.

Di civîna çapemeniyê ya ku li Şaxa ÎHD’ya şaxa Enqereyê hat dayîn de, rapor ji aliyê endama MYK’ya ÎHD’ê Nuray Çevîrmen ve hat xwendin.

Di raporê de hat ragihandin ku di nava sê mehan de ji 31 girtîgehên herêma Anatoliya Navîn 166 kesan, ji 13 girtîgehên derveyê herêmê jî 24 kesan, bi giştî 189 kesan serlêdan kirine.

Li girtîgehên herêma Anatoliya Navîn herî kêm hezar û 46 bûyerên binpêkirinê hatin qeydkirin. Di girtîgehan de 3 ji wan ji ber nexweşiyê, 2 bi mirina bi guman 6 girtiyan jiyana xwe ji dest dane.

286 car mafê tendirustiyê hat binpêkirin

Di raporê de hat bibîrxistin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtiyan di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kirine û der barê xebatên Koordînasyona Şopandina Greva Birçîbûnê de agahî hatin dayîn. Her wiha hat diyarkirin ku di nava sê mehan de li girtîgehên Anatoliya Navîn herî kêm 286 caran mafê tendirustiyê hatiye binpêkirin

52 car mafên kesan hatin binpêkirin

Di raporê de hat diyarkirin ku bi hincetên kêfî înfaza girtiyan hatiye şewitandin, li herêma Anatoliya Navîn der barê 14 girtiyan de lêpirsîn hatiye vekirin, girtiyek cezayê disîplînê girtiye, girtiyek mehek ji çalakiyan hatiye bêparkirin, li 4 girtiyan jî cezayê hucreyê hatiye birîn. Her wiha 31 girtî bi biryara ÎGK’ê mafê wan ê berdena bi şert û bi kontrol hatiye astengkirin û înfaza girtiyek jî hatiye şewitandin. Bi giştî 52 car maf hatine binpêkirin.

Li aliyê din, daxwaza sewqê ya girtiyên li bajarên ji mabatên xwe dûr dimînin nehat pejirandin, herî kêm 27 girtî hatin sirgûnkirin. Mafê perwerdeya 5 girtiyan hat astengkirin.

Di dawiya raporê de li dijî binpêkirinan peymanên navneteweyî hatin bibîrxistin û hat xwestin ku mafên girtiyan werin parastin.