5’emîn Mîhrîcana Mîtan bi xelatkirinê dawî bû

5’emîn Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê bi wergirtina xelatan dawî bû.

Şehba - Di bin diruşmeya "Veger nêz e - Em bi hêvî ne" Tevegera Çand û Huner a Efrîn-Şehba pêncemîn 5’emîn Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê ku di 11'ê Çile de li kantona Şehbayê destpêkir îro bi wergirtina xelatan bi dawî bû.

Di roja dawî ya mîhrîcanê de şanoya bi navê "Li ser çenteyên bendewariyê awaz dikin" ya Koma Şano ya Reqayê hate pêşkêşkirin.  

Piştî şanoya ku hatiye pêşkêşkirin, şahiyek ji bo dawîkirina mîhrecanê li hola Çiyayê Kurmênc a Navenda Çand û Huner a Efrîn-Şehbayê ve hate organîzekirin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pêkir. Paşê rêvebera Hîlala Zêrîn Efrîn-Şehba Şêrîn Reşîd axivî û got: " Em îro fastîvala xwe bi dawî dikin, lê em bi hêvî ne ku 6'emîn Mîhrîcana Mîtan li ser dika hola Efrînê li dar bixin û bi coş û vîn careke din mehrecana çêbikin. Di gelek şert û mercên dijwar re me ev fastîval li dar xist û gelek ked jî ji aliyê endaman ve hate dayîn ku fastîval bigihêje armanca xwe."

Ji aliyê hevserok û rêveberên Tevgera Çand û Huner Efrîn-Şehba komîn, komîte û komên şano ku beşdarî 5’emîn Mîhrîcana Mîtan bûne hatin xelatkriin. Piştre ji aliyê koma govendê û stranan ya Çiyayê Kurmênc hunera xwe pêşkêş kirin. Paşê ji aliyê komîna sînama ya Çand û Huner sineviziyonek li ser xebatên ji bo Mîhrîcana Mîtan hat temaşekirin.

Şahî bi dayîna xelatan ji aliyê rêveberên kantona Efrîn-Şehba ve bi dawî bû. Baştirîn derhêner li ser asta mehrecana Mîtan a 5'emîn derhênerê şanoya "Tîrêj" Mehdîn Erselen wergirt. Li kêlek wê baştirîn şanoger li ser asta yekemîn şanogerê şanoya "Kîş Mîr" Azad Hecî Mihemed a bajarê Hesekê, şanoger Nalî Esker a şanoya "Ne Rawa" a Kerkûkê, şanoger Zeyneb Mihemed a şanoya "Tîrêj" hatin xelatkirin. Her wiha şanoger Jiyan Erselen di şanoya "Çeper" de lîstibû duyemîn xelata baştirîn a şanoger wergirt.