Girtina rojnamevan Dîcle Muftuoglû dê berdewam bike

Hevseroka DFG’ê û edîtora MA’yê Dîcle Muftuoglû ku girtî tê darizandin got ku ew ji ber nivîsandina rastiyan tê darizandin. Her wiha dozger, daxwaza berdewama girtina rojnamevan Dîcle Muftuoglû kir.

Amed- Danişîna duyemîn a Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû ku di çarçoveya lêpirsîneke navenda wê Enqere de di 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de hate girtin li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin. Dîcle Muftuoglû ya ji ber xebatên xwe yên pîşeyî bi îdiayên ‘Endamtiya rêxistinê’ û ‘Avakirina rêxistinê û birêvebirina wê’ tê darizandin, ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê ku lê dîl girtî ye bi pergala  SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Parêzerên Dîcle Muftuoglû jî di danişînê de amade bûn.

Ji derveyî nûnerên DFG’ê, DÎSK Basin Îş’ê û Komeleya Xebatên Hiqûq û Medyayê (MLSA) gelek rojnamevan û nûnerên partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl danişînê dişopînin.

Dîcle Muftuoglû di danişînê de axivî û wiha got: “Ji 3’yê Gulanê ve ev 9 meh in girtî me. Di vê dozê de xebatên min ên rojnamegeriyê tên darizandin. Ev tablo êdî veguheriye astengkirina azadiya çapemeniyê. Ev rewş hem rojnamegeran hem jî gel mexdûr dike. Ji ber ku rastiyan dinivîsim lewma têm darizandin. Bi taybet jî zextekî giran li ser rojnamegerên Kurd heye. Yek ji wan jî ezim.”

 Dozgerê ku piştî beyanên şahid Kerem Gokalp mutalaya xwe eşkere kir, daxwaza berdewama girtina Dîcle Muftuoglu kir.