Rewşa li Xezayê ‘tirsnak’e

Êrîşên Îsraîlê li ser Xezayê berdewam dikin. Saziyên navneteweyî rewşa li herêmê weke ‘tirsnak’ bi nav kirin her wiha nexweşiyên şewbê bi lez belav dibin.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê li ser Xezayê ji hewa, bejahî û deryayê ve berdewam dikin. Di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve didomin de heta niha herî kêm 10 hezar û 300 zarok, 7 hezar û 100 jin di nav de 24 hezar û 285 Filistînî hatine qetilkirin; di heman demê de 61 hezar û 154 Filistînî birîndar bûne, tê diyarkirin ku di bin xirbeyan de bi hezaran cenaze hene.

Endama Buroya Siyasî ya Tevgera Hamasê Usama el-Hamdan der barê êrîşa Hemasê ya li ser ofîsa paytexta Lubnan Beyrûdê de û rewşa mirovên li herêmê daxuyaniyek da û diyar kir ku di êrîşên Îsraîlê de heta niha 70 jê jin û zarok di nav de 7 hezar kes di bin xirbeyan de ne, ji ber êrîşên hewayî û tunebûna sotemeniyê nikarin van kesan derbixin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku rewşa li herêmê tê jiyîn bi peyvan nayê îfadekirin û wiha hat gotin: “Îsraîl li Zîvala Xezayê li dijî zêdeyî 2 milyon Filistîniyan şerê bi awayekî sîstematîk ê birçîbûn û bêaviyê bi astengkirina xwarin û sotemeniyê berdewam dike. Zêdeyî 800 hezar Filistînî xelayê dijîn.” Di daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa li Zîvala Xezayê û diyar kir ku ji 7’ê Cotmehê ve heta niha hejmara Filistîniyên ku di encama gulebaranan de jiyana xwe ji dest dane bûye 4 hezar û hejmara girtiyan jî 5 hezar.”

Li Refahê malek hat hedefgirtin

Îsraîlê şevê din û vê sibehê jî êrîşên xwe berdewam kir. Di êrîşa bombeyî ya li maleke bajarê Refahê ya li bakurê Zîvala Xezayê de piranî zarok û jin jî di nav de 19 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane. Hat diyarkirin ku balafirên şer ên Îsraîl mala malbata Ez-Zamilî kirine hedef. Di agahiyên hatine girtin de tê diyarkirin ku hejmarek zêde kesên birîndar hene.

Vîrusa Hepatît A belav dibe

Wezareta Tendirustiyê ya Zîvala Xezayê ragihand ku ji ber êrîşên Îsraîlê, ji ber qerebalixiya zêde ya li herêmên Filistînî lê dijîn vîrusa Hepatît A belav bûye. Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya dîjîtal hat dayîn de hişyarî hat kirin ku ji ber tunebûna malzemeyên pêwîst CBC ‘hejmara tam a xwînê’ dibe ku testan bidin rewestandin.

Nexweşî bi lez belav dibin

Komîserê Giştî yê Ajansa Alîkariya Penaberên Filistînê ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) Philippe Lazzarînî jî diyar kir ku şert û mercên mirovî yên li Xezayê ku ji ber êrîşên Îsraîlê yên 3,5 meh in berdewam dike, wî pir dihejîne. Philippe Lazzarînî, di nirxandina xwe ya ji bo rojnamegeran de destnîşan kir ku rewşa ruhî û şert û mercên mirovên koçber ên li başûrê Xezayê ku Îsraîlê wek herêmek bi ewle îlan kir û piştre bombebaran kir di konan de dijîn, wî hejandiye û da zanîn ku di çar serdanên wî yên cuda yên ji bo herêmê de çavderî kiriye ku şert û mercên mirovahî gav bi gav xirabtir dibin. Komîserê Giştî, wiha got: "Êdî li her derê wek kivark stargehên demkî yên ku ji plastîkê hatine çêkirin hene.”

Lazzarînî, da zanîn ku li hinek herêman jin ji ber naxwazin tuwalet û hemamên ku şert û mercên paqijiyê misoger nakin bi kar naynin, tu tiştekî naxwin û venexwin û diyar kir îshal û nexweşiyên çerm bi lez belav dibin. 

UNRWA’yê jî di daxuyaniya xwe ya berê de diyar kiribû ku rewşa Xezayê di asteke nehatiye dîtîn de têk çûye û li civaka navneteweyî banga "agirbesta mirovî ya lezgîn" kir.

WHO: Pir tirsnak e

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) jî têkildarî Xezayê daxuyaniyek da. Koordînatorê Ekîbên Bijîşkên Lezgîn a Xezayê ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Sean Casey, têkildarî îdiaya Îsraîlê ya ku dibêje "Nexweşxane baregehên Hemasê ne" de, wiha got: "Min delîlek ku nexweşxane ji bo armanceke din tên bikaranîn nedît.” Sean Casey, da zanîn ku dema serdana Nexweşxaneya Şîfayê kiriye, dîtiye bi hezaran kes li wê bi cih bûne û destnîşan kir ku ji ber pir zêdebûna kesên ji cih û warên xwe bûne nikaribûye bikeve emeliyatxaneyê. Sean Casey, rewşa li nexweşxaneyan bi gotinên "pir tirsnak e" bi nav kir û wiha got: "Rewşa dibînim nikarim pênase bikim, pergalek tenduristiyê ya ku pir lezgînî xirab dibe heye û pêdiviyên bi alîkariya mirovî roj bi roj zêde dibin."