WHO: Li cîhanê 4 milyar mirov di bin xeteriya taya dangê de ne

WHO'yê diyar kir ku ji destpêka sala 2023'an û vir ve li tevahiya cîhanê zêdetirî 5 milyon bûyerên taya dangê hatine tesbîtkirin û diyar kir ku nêzî 4 milyar mirov di bin xetereya pêketina bi vîrusa taya dangê de ne.

Navenda Nûçeyan - Seroka Tîma Beşa Amadekarî û Pêşîlêgirtina Pevdemiyê ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Diana Rojas Alvarez di civîna çapemeniyê ya heftane ya Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de axivî. Diana Rojas Alvarez a ku li çar aliyên cîhanê bûyerên taya dangê nirxand, diyar kir ku taya dangê enfeksiyona vîrusê ya herî gelemperî ye ku bi lêdana mêşan digihîje mirovan û diyar kir ku ev nexweşî herî zêde li herêmên bajaran ên li avhewaya tropîkal û subtropîkal tê dîtin.

'Îsal ji gelek welatên din bûyer hatin ragihandin'

Diana Rojas Alvarez destnîşan kir ku ji ber guherîna avhewayê germahî zêde dibe û mêşên bi enfeksiyon dikarin li gelek welatan zêde bibin û da zanîn ku îsal ji gelek welatan zêdetir nexweşiyên taya dangê hatine ragihandin û wiha got: “Nêzî 4 milyar kes li seranserê cîhanê bi xetereya pêketina vîrusê re rû bi rû ne." Diana Rojas Alvarez teqez kir ku ni gelek kesên ku bi vê nexweşiyê ketine re semptom nehatiye dîtin.

'Daxuyaniya zû îhtîmala mirinê kêm dike'

Diana Rojas Alvarez diyar kir ku nîşaneyên taya dangê hererata bilind, serêş, êşa bedenê û gêjbûn e û diyar kir ku piraniya nexweşan di nava 2 hefteyan de dikarin baş bibin lê di hinekan de jî dibe nexweşiyeke giran. Diana Rojas Alvarez wiha got:

"Niha dermankirinek taybetî ji bo taya dangê tune ye lê teşhîskirina zû, gihîştina lênihêrîna bijîşkî ya guncaw îhtîmala mirinê kêm kir. Ji destpêka salê ve heya niha li seranserê cîhanê zêdetirî 5 milyon bûyer û zêdetirî 5 hezar mirina taya dangê hatine ragihandin. Heya niha, 4.1 milyon bûyerên humaya dangê ji Dewletên Yekbûyî hatine ragihandin, li Asyaya Başûr-rojhilatê wê û Pasîfîka rojava jî tê dîtin."