Li Xezayê hejmara miriyan derket 21 hezar û 110’an

Êrîşên Îsraîlê yên li ser Zivala Xezayê tevahiya şevê berdewam kir. Ji 7’ê Cotmehê heta niha 8 hezar û 800 jê zarok 6 hezar û 300 jin 21 hezar û 110 Filistînî jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên ku ji 7ê Cotmehê ve li ser Zivala Xezayê dabû destpêkirin, tevahiya şevê berdewam kir. Li gor nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA yê, artêşa Îsraîlê li dijî bajarê Deyr el-Belah û Kampa Penaberan a Megazî ya ku li navenda Zivala Xezayê ye êrîş pêk anî. Di encama hedefgirtina wesayiteke sivîl a birîndar radikir, kesên di wesayîtê de jiyana xwe ji dest dan.

Ji kesên mirine 8 hezar û 800 zarok û 6 hezar û 300 jî jin in

Li Wargeha Penaberan a Nuseyratê di êrîşa li ser malekê de herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Her wiha ji ber topbarana hewayî ya tevahiya şevê li ser bajarokê Xan Yûnis ê li başûrê Zîvala Xezayê bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan. Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya Hikûmetê ya li Xezayê va hat dayîn de hat diyarkirin ku Îsraîlê ji 7ê Cotmehê heta niha 8 hezar û 800 jê zarok 6 hezar û 300 jê jin bi giştî 21 hezar û 110 Filistînî qetil kiriye û 55 hezar û 243 Filistînî birîndar bûne ku ji sedî 70’ê wan jin û zarok in.

'Çarenûsa 7 hezar Filistînî ne diyar e'

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di bin xirbeyên avahiyên ku ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê yên li Xezayê hatin hilweşandin an jî aqûbeta wan nediyar e de 7 hezar Filistînî winda ne û hat destnîşankirin ku ji sedî 70’ê ji van kesan jin û zarok in. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrîşên Îsraîlê de 311 xebatkarên tenduristiyê, 40 wezîfedarên parastina sivîl û 103 rojnameger hatin kuştin û Îsraîlê 8 jê rojnameger û 40 xebatkarên tenduristiyê jî zêdeyî 2 hezar û 600 Filistînî binçav kirin.

'1,8 mîlyon Filistînî ji cih û warên xwe bûn'

Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku li Zîvala Xezayê ku nifûsa wê 2,3 milyon e 1,8 milyon Filistînî ji ber êrîşên Îsraîlê koçber bûne, ev kes di nav şert û mercên zehmet de li navendên stargehê dijîn û hewcedariya wan bi alîkariya lezgîn heye.

'355 hezar bûyerên nexweşiyên belavbûyî hatin tomarkirin'

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 355 hezar bûyerên nexweşiyên belavbûyî yên ku li Xezayê ji cih û warên xwe bûne û li navendên qelebalix ên stargehê têkoşîna jiyanê didin hatine tomarkirin û bang li sazî û rêxistinên navneteweyî hat kirin ku alîkariya pêwîst bikin. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê 126 tesîsên dewletê îmha kirin, 285 dibistan û zanîngeh xisar dîtin û 92 ji wan ji xizmetê derketin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin ku 115 mizgeft hatine rûxandin, 200 mizgeft qismî hatine rûxandin û 3 dêr jî hatine derbkirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Îsraîlê li Zivala Xezayê 65 hezar xanî bi temamî hilwşand û 290 hezar xanî jî qismî hilweşand û bi tevahî 355 hezar xanî zirar dît her wiha 23 nexweşxane û 53 navendên tenduristiyê ji xizmetê derketine, 140 saziyên tenduristiyê bûne hedef, 102 ambûlans jî hatine derbkirin û bêkar mane.

NY: Nexweşxane hema bêje bê bandor bûne'

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Karûbarên Mirovî û Koordînatorê Alîkariya Lezgîn Martin Griffiths di peyama ku li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parve kir destnîşan kir ku nexweşxaneyên li Xezayê hema bêje bê bandor bûne. Martin Griffiths diyar kir ku gelek nexweşiyên belavbûyî bi lez belav dibin û got:"Bi sedan kesên ku ji ber şer birîndar bûne nikarin bên dermankirin." Martin Griffiths di peyamek din de destnîşan kir ku nexweşiyên belavbûyî bi lez li stargehên qelebalix belav dibin.

Ji bo parastina 'karkerên mirovahî' banga Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku divê di dema pevçûnan de xebatkarên alîkariyê yên mirovî yên li Xezayê, wesayit û avahiyên di xebatên alîkariya însanî de tên bikaranîn bên parastin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku xebatkarên alîkariyê yên mirovî ji bo pêşkêşkirina alîkariyên jiyanê li wir in û divê karibin bi ewlehî karê xwe bikin.