Balafîra ku wêneyê Jîna Emînî li sere destûr nehat dayîn dakeve

Derhênerê Îtalî Enrique Pîñeyro, ragihand ku balafîra wêneyê Jîna Emînî ya li Îranê hat qetilkirin li sere destûr nehat dayîn li Misirê dakeve.

Navenda Nûçeyan- Destûr nehat dayîn balafira ku li ser wî wêneyê Jîna Emînî ya ku di 16’ê Îlona 2022’an de li Îranê hat qetilkirin heye, li Misrê dakeve.

Derhênerê Îtalî Enrique Pîñeyro, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand ku destûra daketina balafirê nehatiye dayîn.

Di parvekirinê de hate ragihandin destûr nehat dayîn balafira ku li ser wî wêneyê Jîna Emînî ya ku di 16’ê Îlona 2022’an de li Îranê hat qetilkirin heye, li Misrê dakeve. Her wiha derhêner diyar kir wêneya ku li aliyê dûvika balafira taybet a ji bo Xezayê alîkarî dibe, piştî ku destûr nehat dayîn dakeve hat rakirin.

Enrique Pîñeyro ku vîdeoya rakirina wêneyê jî li ser hesabê xwe parve kir, wiha got: “Divê tu jin ji ber ku serê xwe negirt neyê qetilkirin. Ji bo ku em li wir dakevin, em neçar man wêne rakin.”