Li ser Şehbayê ji aliyekî ve dorpêç ji aliyekî ve jî êrîş didomin

Ji ber rêgiriya hikumeta Şamê li ser kantona Şehbayê û êrîşên dagirkerî ya dewleta Tirk li ser herêmê, jiyana şêniyên li wan deveran di nava şert û mercên gelek zehmet de ye.

HESNA MIHEMED

Şehba – Ji ber dagirkirina herêma Efrînê di 18'ê Adara 2018'an de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, bi sadhezaran kes ji cihê xwe koçber bûn û li seranserê xaka kantona Şehbayê bi cih bûn. Li kantona Şehbayê 5 wargehên koçberiyê ji bo şêniyên Efrînê hatine avakirin. Piştî dagirkirina Efrînê heta niha êrîşên dewleta Tirk nesekinîne her wiha hikumeta Şamê jî zêdetirî du salan ambargoyê daye ser herêma Şehbayê. Bi vê yekê armanc ew e ku gelê koçberbûyî careke din neçarî koçberiyê bibe û têkoşîna koçberên Efrînê li Şehbayê têk bibin.

Bi destpêkirina werza zivistanê ya îsal, hikumeta Şamê rêgiriya xwe ya li ser herêmê dijwartir kiriye. Nahêle madeyên stomeniyê û pêdiviyên jiyanî bikevin. Tunebûna mazotê li Şehbayê dihêle ku gel bi astengiyên jiyanî yên mezin re rûbirû bimîne. Ji ber peydanekirina mazotê ji 24'ê Mijdarê ve elektrîk li ser gel hatiye qutkirin û nêzî mehek e herêm di tarîtiyê de ye. Li kêlek dorpêçiya ku hatiye ferzkirin dewleta Tirk rojane gundewarên herêma Şehbayê topbaran dike û êrîşên xwe didomîne.

Li kantona Şehbayê 5 wargehên koçberan hene. Li kampa Serdem 3714 kes, li kampa Efrînê 487 kes, li kampa Berxwedan 2759 kes, li kampa Veger 526 kes, li kampa Şehbayê 376 kes dijîn. Jiyana wan kesan ji ber dorpêçê di nava felaketek mezin de ye her wiha bi deh hezaran kes jî li malên hilweşiyayî berxwedana xwe didomînin. Ji bo ku em bêhtir rewşa kampan di nava dorpêç û êrîşan de bizanibin, em bi kesên li wan deveran re axivîn.

'Dorpêç jiyana kampan dijwartir dike'

Endama Meclisa wargeha Serdem a navçeya Ehdasa kantona Şehbayê Leyla Hebeş bal kişand ser rewşa gel a li kampan û bandora dorpêçê li ser wan û wiha vegot: "Ji ber dagirkirina Efrînê 6 sal in koçberên Efrînê li Şehbayê ne û di nava wargehên koçberiyê de jiyan û têkoşîna xwe berdewam dikin. Gel li 5 wargehên koçberiyê û malên hilweşiyayî berxwedana xwe bi îsrar didomîne. Li Şehbayê jiyan dijwar derbas dibe ji ber ku ji aliyekî ve êrîşên dagirkeriyê hene, ji aliyekî ve jî siyaseta birçibûnê ya Hikumeta Şamê li ser wan tê meşandin. Ruxmî êrîş û dorpêçê jî gel bi îsrar têkoşîna xwe berdewam dike. Ev rêgiriya ku hatiye kirin bandoreke neyînî li ser jiyanê dike ji ber tunebûna madeyên sotemenî di nav de mazot û gazê, jiyana di nava kampan de dijwartir bûye."

'Ji ber sermaya zivistanê zarokek li kampê jiyana xwe ji dest da'

Leyla Hebeş diyar kir ku ji ber rewşa kampan cuda û hesas e mirov gelek astengiyan dibînin û wiha pêl da gotinên xwe: "Ji ber dorpêça heyî bi taybetî jiyana di nava kampan de dijwartir dibe ji ber wargeh rewşa wan cuda û hesas in mirov nikare heta agir jî tê de pêxe ji bo xwe ji sermeya zivistanê biparêze. Ev jî dibe sedem ku mirov astengiyên jiyanî bijîn. Tunebûna madeya mazotê gelek pirsgirêkên jiyanî bi xwe re ava dike. Kon di warê tendirustî de jî ne guncav in û gelek xeteriyan bi xwe re tîne, bi taybetî kesên bi temen mezin û zarok zêdetir nexweş dikevin û pêwîstiyên wan bi tedawiyê zêdetir heye lê ji ber dorpêçê derman jî nayê peydakirin û nuqteyên tendirustî li herêmê nikarin tam alîkariyê pêşkêşî gel bikin. Ji ber rewşa dorpêçê û sermaya li kampan zarokek jiyana xwe ji dest da û hemû cihên pêwendîdar wê hesabê vê yekê jî bidin."

'Pêwîstiya me bi jiyana bi ewle û aram heye'

Fatimê Ehemd ji koçberên Efrînê ye û li wargeha Berxwedan dijî, behsa zehmetiyên ku li kampan dijîn kir û got: "Em li kampan dijîn û gelek zehmetiyên jiyanî jî li vir dibînin. Dorpêça ku li ser me hatiye ferzkirin bandorê li ser jiyana me dikin. Temenê me mezin e û pêdiviya me bi jiyana bi ewle û aramî heye lê Hikumeta Şamê bi dorpêçê dixwaze jiyan û berxwedana me biçewsîne. Ji ber tunebûna mazotê em li ber sermayê jiyana xwe di nava konan de didomînin û dest ji berxwedana xwe bernadin."

'Ji ber dorpêçê rewşa li kampan dijwartir dibe'

Zahîda Sîdo jî diyar kir ku rewşa wan li kampan dijwartir bûye ji ber rêgiriya hikumeta Şamê li ser wan û got: "Rewşa me li wargehan dijwartir bûye, ji ber dorpêça li ser me, em gelek astengiyên jiyanî dibînin. Kesên bi temen mezin ji ber sermaya zivistanê zû nexweş dilevin lê derman li herêmê nayê peydakirin ku xwe pê tedawî bikin. Mazot û gaz nakeve herêmê da ku em pêdiviyên xwe pêk bînin. Ji ber amborgoyê rewşa kampan zehmetir dibe û divê li ber çavan bê girtin."