Meclisa Jinan a Partiya DEM’ê: Em ê weke jin hesabê îşkenceyê bipirsin

Meclisa Jinan a Partiya DEM'ê, diyar kir li Bakirkoyê jinên bi îşkenceyê hatin binçavkirin û wiha got: "Em îşkencekar û tacîzkarên we nas dikin û em ê weke jin hesab ji wan bipirsin!"

 

Navenda Nûçeyan- Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM), têkildarî tundiya polîsan a li dijî Hevseroka Giştî ya DEM'ê ya Stenbolê Gonca Yangoz a di daxuyaniya çapemeniyê ya dihat xwestin li Bakirkoyê bê dayîn de hatibû binçavkirin, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniya ku hate diyarkirin polîtîkayên dijminatiya jinan li hemû saziyan belav bûye, hate diyar kirin li hemberê van îşkenceyan wê tu kes bêdeng nemîne û van êrîşan nepejirîne.

Di daxuyaniya ku hate gotin, “Çalakiyên şermezarkirinê yên li gelek bajaran, li dijî polîtîkaya dijminane ya desthilatdariyê ku polîtîkayên tecrîd û şer kûrtir kir, bû hedefa desthilatdariyê. Di dema mudaxelekirina bêhiqûqî ya li çalakiyan de gelek hevrêyên me di bin êşkenceyê de hatin binçavkirin. Li gel ku çalakî bi awayekî derhiqûqî hatine astengkirin, hevrêyên me yên jin di dema binçavkirinê de hatine derbkirin û tacîzkirin”, hate diyar kirin ku têkoşîna jinan a li dijî tundiyê bidome.

‘Em ê weke jin hesab ji wan bipirsin’

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Bi awayekî eşkere tê dîtin ku mêtingerî û zîhniyeta serdest a mêr a zayendperest li tevahî saziyên dewletê belav bûye. Ev êrîş di şexsê hevrêya me Gonca Yangoz de li hemberî hemû jinên ku li dijî şer aştiya bi rûmet diparêzin, hatiye kirin. Ev feraseta hêzên dewletê, bingeha xwe ji feraseta desthilatdariya ya dijminahiya li dijî jinan digire. Di bingeha zêdebûna tacîz û tundiya polîsan a li hember jinê de, rewakirina polîtîkayên dijminahiyê li hemberî jin e. Divê dewleta desthilatdar û hêzên wê ya ku ji polîtîkayên bêcezahiştinê yên li ser esasê sûcên li hember jinan hêzê digirin û tundiyê li jinan dikin, baş bizanibin ku; Jin wê li pêşberî van êşkenceyan bêdeng nemînin û van êrîşan nepejirînin. Têkoşîna jinê ; Wê pergala ku hûn jê hêzê digirin û faşîzma ku hûn hewl didin bi sazî bikin hilweşîne! Em êşkencekar û tacîzkarên we nas dikin û em ê weke jin hesab ji wan bipirsin!"