Dewleta Tirk êrişî Şengalê kir: 5 karker jiyana xwe ji dest dan

Balafirên bêmirov û biçek yên dewleta Tirk li Şengalê êrişî konê karkerên kolandina bîrên avê kir, di encama êrişê de 5 karker jiyana xwe ji dest dan û 2 karker jî birîndar bûn.

Şengal – Digel êrişên dewleta Tirk ên ji 23’ê Kanûnê ve li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê giran kiriye, dewleta Tirk îro jî êrişî Şengalê kir.

Li gor agahiyên ji Rêveberiya Xweser ya Şengalê hatine bidestxistin, balafirên bêmirov yên dewleta Tirk îro êvarî saet 18:00’an li devera Kora Simoqya ya herêma Mezargehê ya girêdayî bajarokê Xanesorê ya Şengalê 3 caran li ser hev konê karkerên kolandina bîrên avê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de 5 karker jiyana xwe ji dest dan û 2 karker jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyan karkeran xebatên kolandina bîrên avê ji bo gundên devera Kora Simoqya dikirin, hatine hedef girtin.