‘Divê Zagona Ceza ya ku 60 sal in di meriyetê de ye were guhertin’

Parêzvana mafên mirovan Kabîra Shater, diyar kir ku Zagona Ceza ya ku li Mexribê ji sala 1963’yan ve di meriyetê de ye divê were guhertin û bal kişand ku bi taybetî ji bo sêcên li dijî jin û zarokên keç divê zagon hebe.

HANAN HARITE

Mexrib – Zagona Ceza ya ku di sala 1963’yan de li Mexribê ket meriyetê, ji ber ku li pêşiya wekheviya zayendî û parastina mafên kêmaran dibe astengî, bi salan e tê xwestin were guherandin. Parêzvana mafên mirovan Kabîra Shater, diyar kir ku Zagona Ceza ya di sala 1963’yan de ketiye meriyetê êdî bûye weke nivîseke kevin û da zanîn ku ji bo guhertina zagonê hevgirtiyên siyasî û hiqûqî komxebatan li dar xistine.

‘Divê bi taynetî sûcên destdirêjiyê ji nû ve were pênasekirin’

Kabîra Shater bal kişand ku nivîsên ku bi wan pergala ceza û edaletê li welat hatin amadekirin, di sala 1960’an de hatine formulekirin û got: “Êdî jiyana mirovan guherî, sûc jî guherîn. Ji ber vê yekê em dibêjin divê zagon were guherandin. Bi taybetî ji bo sûcên destdirêjiyê divê pênaseyên nû werin kirin. Ji bo kesên ku reşîd nebûne, rastî destdirêjiyê hatine divê ceza werin zêdekirin.” Kabîra Shater bal kişand ku bi zagona ceza ya heyî, di sûcên destdirêjiyê  de li îsbatê digerin û wiha domand:

“Ji ber ku kiryarên destdirêjiyê delîlan ji holê radikin, ev rewş dibe sedem ku ceza negire. Têkildarî mijarê gelek valahî hene û divê werin sererastkirin. Di sûcên li dijî jinan de peywirên girîng  dikevin ser hêzên ewlehiyê. Divê jinên ku rastî şîdetê tên serî li hêzên ewlehiyê bidin, gilî bikin, li wan were guhdarîkirin û berê wan bidin saziyên edlî. Di vê mijarê de divê hêzên ewlehiyê peywira xwe baş bi cih bînin.”

‘Dive zewaca di temenê biçûk de were qedexekirin’

Kabîra Shater got ku divê bi hukmên dadgeha bilind û peymanên navneteweyî yên ji aliyê Mexribê ve hatine îmzekirin; di mijara nêzîkahiya li zayenda civakî de baldarî hebe û bal kişand ku divê reforma hiqûqa ceza, ji bo hemû pêkanîn ku dikevin vê çarçoveyê, cezayên pêximker di nava xwe de bihewîne.

Kabîra Shater diyar kir ku divê dadgehkirina rojnamegerean ne li gorî Zagona Ceza, li gorî Zagona Çapemeniyê be û got: “Di dozên têkildarî weşangeriyê de em dixwazin guhertin çêbibe. Divê valahiyên zagonî yên ku jin û mêrên rojnameger hedef digrin werin sererastkirin.”