Kongra Star êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kir

Kongra Star êrîşên dewleta Tirk ên dagirkeriyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şermezarkir û bang li rêxistinên jin û mafên mirovan, gelên demokratîk kir ku zext dewleta tirk bê kirin daku êrîşên xwe rawestîne.

Navenda Nûçeyan – Kongra Star êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir. Di daxuyaniya nivîskî ya der barê êrîşan de hat ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker ji cejna Noelê û şerê di navbera Îsraîl û Xezayê de sûd werdigire û rasterast binesaziya herêmê kiriye hedef û hate bibîrxistin ku di van êrîşan de 8 welatiyan jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şoreşa jinê rê li ber hemû jinan vekir û hêviya têkoşîna azadî û aştiyê da jinan. Her wiha bang li gelên demokratîk, rêxistinên jinan, saziyên parastina mafên mirovan û aktîvîstên mafên jinan ên cîhanê hate kirin ku piştgiriyê bidin şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrîşên hovane rawestînin.