Ugur Kaymaz ê bi 13 guleyan hat qetilkirin hat bibîr anîn

Ugur Kaymaz ku di 12 saliya xwe de bi 13 guleyan hat qetilkirin û bavê wî Ahmet Kaymaz, di 19’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Di bîranînê de bal hat kişandin ku zarokên Kurd hêj tên qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Ugur Kaymaz ê 12 salî û bavê wî Ahmet Kaymaz ên ku di dîroka 21'ê Mijdara 2004'an de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê li ber mala xwe hatin qetilkirin, di 19’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Taxa Pirîketa hatin bibîranîn.

Ji bilî endamên malbata Kaymaz, endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Di bîranîna ku wêneyên Ugur Kaymaz û bavê wî hatin hilgirtin, timî caran dirûşma "Şehîd namirin" hat berzkirin. Bîranîn bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir. Bibîranîn bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.

Li dijî hilweşandina goran bertek hat nîşan dan

Hevseroka HDP'ê ya Qoserê Aysel Avay, bi bîr xist ku di salvegera qetilkirina Ugur Kaymaz û bavê wî de êrîş li dijî gorên wan hatiye kirin û dest nîşan kir li dijî feraseta êrîşî goran kirine têbikoşin.

‘Ew ê bibin hinceta têkoşîna me’

Parlamentera HEDEP'ê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş da zanîn Ugur eger îro bijiya wê 31 salî ba û got:"Lê belê wê Ugur her tim 12 salî bimîne. Dewlet ji bo sûcê xwe veşêre Ugur wekî 'terorist' îlan kir û çekek ji bedena wî mezintir danîn kêleka wî. Em baş dizanin ku kujer hatin parastin. Qeyûm peykerê Ugur xera kir û navê wî ji parkê bir. Mafê wî yê jiyanê hat binpêkirin. Zarokên kurdan nikarin bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin û bi wesayitên zirxî tên qetilkirin. Em ê ji bo zarokan û mafê kurdan têkoşîna xwe bidomînin. Em careke din Ugur û Ahmet bi bîr tînin. Ew ê bibin hinceta têkoşîna me."

'Kiryar di wijdana raya giştî de hatin cezakirin'

Hevserokê HEDEP'ê yê Mêrdînê Alaaddin Turan jî got “mînaka qetilkirina Ugur Kaymaz ê di 12 saliya xwe de bi 13 guleyan hat qetilkirin li cîhanê tune ye” û bertek nîşanî hilweşandina kevirên goran da.  arlamenterê HEDEP'ê yê Mêrdînê Kamuran Tanhan jî da zanîn Ugur Kaymaz ji bo dewletê “îmtihanek e”, lê dewlet ji vê “îmtîhanê” derbas nebû. Kamûran Tanhan, dest nîşan kir kiryarên tên parastin di wijdana raya giştî de tên cezakirin.

'Heta ku ez bijîm tiştên qewîmin ji bîr nekim'

Piştre Dayik Makbule Kaymaz axivî û wiha got: "Zarokekî 12 salî nikare bibe 'terorîst'. Ev se carin kevirê gorên tên şikandin. Ma jî ji miriyên me ditirsin? Çi dixwazin? Heta ku ez bijîm tiştên qewîmin ji bîr nekim.”

Piştî axaftinan qurnefîl danîn li ser gorên Ugur û bavê wî Ahmet Kaymaz. Çalakiya bibîranînê bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.