Parêzer Aynûr Paşa: Li herêmên dagirkirî sûcên şer tên kirin

Parêzer Aynûr Paşa teqez kir ku ji destpêka sala 2023’an heta niha li heremên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin herî kêm 24 jin hatine qetilkirin û 22 jin jî hatine revandin her wiha 10 zarok hatine qetilkirin û 14 zarok jî hatine revandin.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan ji destpêka sala 2023’an ve heya vê kêliyê amarên binpêkirinên ku li herêmên dagirkirî ji aliyê dewleta Tirk û komên çeteyên wî ve hatine kirine tomar kir. Navendê amarên ku bi dest xistine bi ajansa me re parve kir.

Amar bi vî rengî ne:

24 jin hatine qetilkirin, 22 hatine revandin û 8 jî birîndar in, 10 zarok hatine qetilkirin, 14 zarok hatine revandin û 23 hatine birîndarkirin, 97 mêr hatine kuştin, 195 hatine revandin û 51 hatine birîndarkirin.

‘Herî zêde jin bi kiryarên xirab re rûbûrû dimînin’

Parêzer Aynûr Paşa di heman demê de Endama Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan e li Sûriyeyê, têkildarî vê mijarê got: “Ji dema dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî  ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wî ve heta niha sûcên dijmirovî berdevam dikin. Jixwe jin di bin dagirkeriyê de bi kiryar û sûcan re rûbûrû dîmînin.”

Aynûr Paşa di berdevamiya axaftina xwe de bal kişand ser rol û misyona Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan û bênpêkirinên ku li hemberî jinên li heremên dagirkirî pêk tên anî ziman û wiha pê de çû: "Em li gorî gahiyên ku ji herêmên mê tên bûyeran tomar dikin. Rasterast girtina agahiyan zehmet dibe ji ber ku metirsiyek di nava gel de heye lê em dîsa jî bi wayekî agahiyan bi dest dixin. Bêguman gelek agahiyên pêbawer hene ku em dikarin sûcan bi riya wan re piştrast bikin.”

‘Li Efrînê keçeke 16 salî hat revandin’

Aynûr Paşa got ku di nav 11 mehan de li herêma Efrîn Serê Kaniyê û Girê Spî nêzî 24 jinan hatine kuştin, 21 jin hatine revandin piraniya wan ji Efrîna dagirkirî ne û weha pê de çû: “Ji xwe ev yek dewam dike, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê raporek daxist tê de eşkere kir ku duh danê sibehê Rindê Lezgîn keça 16 salî dema ku li ser rêya çûyîna dibistana xwe bû, ji aliyê komeke nenas ve ya leşkeran hat revandin. Roja Zarokan a Cîhanî ku qaşo divê ku were pîrozkirin bi daxwaza parastina mafên zarokan, lê bi vê boneyê li herêmên dagirkirî zarok hat revandin.”

‘Kiryarên dewleta Tirk sûcên şer e’

Aynûr Paşa di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wî li gorî peymana romayê sûcên şer in û  heta niha sedemên necezakirina dewleta Tirk wiha bi rêz kir: “Gelek hevpeyman û bendên der barê mafên mirovan de bi taybetî di demên şeran de hene. Yek ji wan hevpeymana Romayê ye lê mixabin ne dewleta Tirk û ne jî Hikûmeta Şamê vê peymanê îmze nekirine. Ev yek li pêşiya cezakirina sûcdaran dibe asteng, zehmet dike û dereng dihêle.”