Li Zahedanê erd hêjiya

Di erdheja ku li bajarê Zahedan ê Îranê rû da, 71 kes birîndar bûn û di encama erdhejê de gelek avahî û malên niştecihan ketine zirar dîtine.

Navenda Nûçeyan – Saetên serê sibê erdhejek bi mezinahiya 4.7 li bajarê Zahedanê rû da û çend deverên din ên parêzgeha Sistan û Belucistan ya Îranê hejand.

Rêveberê Giştî yê Karesatan a li parêzgeha Sistan û Belucistan ragihand ku 71 birîndar rakirin 4 nexweşxaneyên bajarê Zahedanê û da zanîn ku, piraniya van nexweşan ji ber xwarê ji nav nivînan an jî dema ku ji derenceyan daketin, birînên rûserî dîtine, hin ji van kesan jî tûşî tansiyon û zexta derûnî dibin.

Li gorî Navenda Erdhejê ya Peymangeha ya Zanîngeha Jeofizik ya Tehranê, mezinahiya erdhejê 4.7 rîxter e û navenda erdhejê di kûrahiya deh kîlometreyan de li Zahedanê bûye.