Li Somaliyê hejmara kesên di lehiyê de mirin bû 53

Li Somaliyê hejmara kesên ji ber barana zêde û lehiyê jiyana xwe ji dest dan bû 53.

Navenda Nûçeyan – Serokê Saziya Rêvebiriya Afetê ya Somaliyê (SODMA) Mohamud Moallin Abdulle di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li Somaliyê ji ber barana zêde û lehî rabû 1,5 milyon kes mexdûr bûne. Mohamud Moallin Abdulle diyar kir ku zêdetirî 5 hezar xanî hilweşiyane û got ku hejmara kesên ji ber karesatê jiyana xwe ji dest dane bû 53.

Li Somaliya ku herî zêde ji guherîna avhewayê bandor dibe, zeviyên çandiniyê jî ji ber barana zêde li herêmên Hîran, Bakol, Bay û Gedoyê ji ber lehiyê zerar dîtin. Ji ber barana zêde çem bi ser de çû û li hin deveran "Rewşa Awarte" hatibû ragihandin.