Bi dehan koçberên Şengalê vegeriyan ser axa xwe

Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku 128 koçber bi daxwaza xwe ji wargehên Silêmanî û Dihokê vegeriyan cih û warên xwe yên li Şengal û parêzgeha Selahedînê.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê derbarê vegera koçberan ya ji bo Şengal û herêmên din ên Iraqê daxuyaniyek belavkir.

Li gorî daxuyaniyê îro 128 koçberên din bi daxwaza xwe, ji wargehên li Silêmanî û Dihokê vegeriyan ser malên xwe yên li Şengal û parêzgeha Selahedînê.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku tîmên wezareta Koç û Koçberan ji bo vegerê alîkariya malbatan dikin û pêwîstiyên jiyanî jî dabîn dikin. Her wiha hate destnîşan kirin ku xebatên ji bo vegera penaberan ya bi daxwaza xwe dewam dikin, divê çarçoveyê de navê koçberên dixwazin vegerin ser cih û warên xwe tê nivîsandin.