Li Kobanê mêr li dijî tundiya li ser jinan meşiyan

Mêrên ji kantona Kobanê li dijî tundiya li ser jinan meşiyan û bal kişandin ser girîngiya bidawîkirina tundiyê û têkoşîna ji bo azadiya jinan.

Kobanê- Rêxistin û saziyên parastina mafên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêzeçalakiyên xwe yên li dijî tundiya li ser jinan, bênavber berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de îro bi wesîleya Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan, Kongreya Star û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) meşeke mêran di bin dirûşma “Li dijî hemû cureyên tundî û dagirkeriyê jin, jiyan, azadî” birêxistin kirin.

Di meşê de bi sedan endamên mêr ên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û ciwan amade bûn.

Mêr bi hilgirtina wêneyên têkoşerên jin, alên Kongreya Star û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji qada şehîd Egîd ber bi qada Jina Azad ve meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana YPJ’ê û “Na ji tundiyê re” bênavber dihatin berzkirin.

Piştî meş rawestiya, deqeyek rêz hat girtin û piştre endamê desteya rêveber a PYD’ê Ehmed Xoce wiha axivî: “Jin ji her alî ve û bi gelek cureyan rastî tundiyê tên, em dibînin tundiya fizîkî, derûnî, axaftin û hwd. li dijî wan heye. Ji ber vê divê ku em li hemberî vê bûyerê û hişmendiya zayendperest ku bi hezar salan e civakê xistiye bin serweriya xwe bênavber têbikoşin. Divê ku em weke mêrên di bin sîwana bîrdoziya Rêber Apo de perwerde dibin û dijîn, ji mêrên din re bibin mînaka serhildana li dijî hişmendiya baviksalar.”

Pişt re koma şehîd Yekta ya navenda Çand û Hunera Baqî Xido şanoyek der barê tundiyê de pêşkêş kir.

Meş bi berzkirina dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

‘Em ê bi şoreşa jinan vegerin çanda dayiksalar’

Hevserokê komîteya Şaredariyên kantona Kobanê Hecî Ehemed wiha got: “Jinên Kurd di şoreşa Kurdistanî de, nasname û heqîqeta jinan bi her kesê dan naskirin. Bi taybetî jî di nava şoreşa jinan a Rojavayê Kurdistanê û berxwedana li dijî terora DAIŞ’ê de, jin dikaribûn ji hemû cîhanê re nûnertiya hêz, vîn û têkoşînê bikin. Gelek cihên taybet ku şahidiya vê berxwedanê jî kirine hene, ji me re têkoşîna jinan vedibêjin. Weke Kurd di çand û dîroka me de jin pîroz in, tê bîra min dema ku şerekî di navbera malbat ango eşîran de rû bida, jin dikaribûn şer rawestînin. Ji ber vê şoreşa ku îro li dar e, ew cih û çanda dayiksalar careke din nû dike û em jî weke mêr hewl didin hişmendiya xwe li gorî vê yekê ava bikin. Me xwest em bi meşa xwe ya îro jî teqez bikin ku em weke mêr bi mafên jinan re û felsefeya Jin, Jiyan, Azadî re ne.”

 ‘Em ê bi riya perwerdeyê şer li dijî hişmendiya baviksalar bikin’

Endamê komîteya perwerdeyê ya PYD’ê Ehmed Osê jî wiha axivî: “Ez bawer dikim ku hemû mêr ast û hebûna jinan baş dizanin, bi taybetî jî felsefeya Jin, jiyan Azadî lê zilam hewl didin vê heqîqetê veşêrin da ku desthilatdariya xwe ya di nava malbat û civakê de ji dest nedin. Zilam bi pêkanîna tundiyê dixwazin hişmendiya xwe biparêzin û ew hestên xwe yên zilamtiyê xuya bikin. Em jî têkoşîna vê yekê didin meşandin ku hem rastiya zilam û li dijî wê rastiya jinan jî raxin ber çavan da ku civakeke exlaqî, azad û polîtîk ava bikin. Ji bo vê mijarê jî em di nava perwerdeyên xwe de materyalên ku xalên min anîn ziman şîrove dikin, bi kar tînin. Bêguman têkoşîna me bi meşekê ango rojekê re sînordar namîne, em ê hemû rojên xwe veguherînin rojên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan.”