Ji bo jinên xeta agir semînerên li ser tundiyê

Kongra Star di çarçoveya rêzeçalakiyên kampanyaya "Li dijî her cure tundî û dagirkeriyê Jin Jiyan Azadî" semîner dan jinên xeta agir ên navçeya Til Temirê.

Hesekê- Çalakiyên ku bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiyê, di bin dirûşma "Li dijî her cure tundî û dagirkeriyê Jin Jiyan Azadî" ku ji aliyê Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatibû eşkerekirin, didomin. Bi heman mebestê û ji ber ku jinên di xetên agir de bi her cure tundiyê re rûbirû ne, rêxistina Kongra Star a navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çend semîner dan jinên li xetên agir dimînin. Ji rêveberên Kongra Star Madlên El-Ibêd û Edla Dawûd semîner birêve bir.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Kongra Star berê jî gotibû ku îsal wê di semînerên xwe de girîngiyê bidin xetên agir, ji ber li wan xetan jin herî zêde tundiyê dibînin.

Di nav zeviyên zêrê spî de semînera li ser tundiyê

Ji ber dema çinîna pembo ye, jinên gund berî dabûn zeviyan û di nav berhevkirina zêrê spî de bûn, bi baweriya ku jin li ku derê bin wê ji bo zanakirina wê Kongra Star li wir be, Madlên El-Ibêd ligel jinên di nav zeviyan de semîner da û di destpêkê de Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan pênase kir û wiha got: "Jinên di xetên agir de dijîn, ji ber êrîş û topbaranê bi gelek cureyên tundiyê re rûbirû dimînin. Ji lewre dewleta Tirk li dijî jinan tundiyê dimeşîne. Ev ligel hişmendiya baviksalarî ya ku her dixwaze jinan bişkîne û kole bihêle. Tundî dibe sedem ku jin berê xwe bidin xwekuştinê. Lê belê xwekuştina jinan di nava civakê de bi meseleya namûsê ve tê girêdan. Lê ne wisa ye divê ku em tundiya li ser jinan hêsan û ji rêzê nebînin û negirin dest. Tundiya ku jin dibînin rasterast civakê bi bandor dike, bi mijara tundiyê hevberdan, qetilkirin, destdirêjî û pirsgirêkên civakî zêde dibin. Tundî dibe sedema hevberdanê, dema hevberdan jî çêdibe zarok di navberê de dimînin û wiha veqetandin ango jihevketina civakê çêdibe."

'Ji tundî û koletiyê re bêdeng nemînin'

Madlên El-Ibêd bal kişand ser ked û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya jinan û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Abdullah Ocalan ji me re riyek vekir ku em tê re bimeşin û bigihîjin azadiya xwe, ji ber bi azadiya jinan ku wê civakê ber bi azadiyê ve bibe bawer bû. Abdullah Ocalan weke keştiyê ye, kesên ku dixeniqin rizgar dike. Em jî wekî Kongra Star hewl didin bi jinan re hişmendiya civakê bidin guhertin û ya herî girîng divê ku em ji hêza xwe bawer bin. Heman wextê divê jin ji koletî û tundiya pê re rûbirû dimînin re bêdeng nemînin."

'Li hemberî koletiya pênc hezar salan em ê şoreşa xwe biparêzin'

Her wiha Edla Dawûd jî ji jinên gundekî din ku li ser xeteke din agir re kom bûbûn re axivî  berxwedaniya jinan a li xeta agir di nava çend salan de silav kir û wiha pêl da gotinên xwe: "Berxwedana herî bi nirx niha li ser xetên agir jin pêşengiya wê dikin. Li hemberî koletiya pênc hezar sal berê, tişta ku îro ji me tê xwestin ew e ku em bikaribin şoreşa xwe biparêzin û destkeftiyên xwe mayinde bikin. Di nava jiyanê de divê em ji bîr nekin ku em jî xwedî maf in, parastina mafên xwe û wekhevî pir girîng e. Wekhevî di navbera her du zayendan de nebe, mafê jinan pê re ji dest dide û her wekî kole dimînin. Di serdema ku îro em dijîn de divê em bizanibin em çiqas amade ne mafên xwe bi awayekî bê tundî bixwazin û bistînin?"

'Jinek şehîd bikeve jî sed jin hene meşa wê bidomînin'

Edla Dawûd da zanîn ku dijmin ji jinên wêrek gelek bi tirs e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta Tirk ji jinên welatê me bi tirs e ji lewre bi riya îstîxbarat û balafirên xwe yên keşfê yên bê mirov pêşengên me hedef digre. Dijmin daye ber çavên xwe ku şoreşa jinan têk bibe. Hind û Seeda yên ku li Şedadê hatin qetilkirin mînak in, ji çete û dijminan be ger Hind û Seda qetil kirin wê jinên Ereb gavê şûnde biavêjin û dest ji vê riyê berdin. Jinek şehîd bikeve jî bi sedan jin hene cihê wê bigrin û meşa wê bidomînin. Bi rastî jî ger îro jin li ber xwe nedin û axa xwe neparêzin, hêzên ku xwe garantor dibînin wê wan neparêzin, ji ber hebûna van hêzan li ser bingehê berjewendiyan e."