Li Xezayê 4 roj agirbest: Dê pevguhertina rehînan pêk were

Di roja 47emîn a êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de, di navbera Hamas û Îsraîlê de ji bo agirbest û pevguhertina girtiyan lihevkirinek hat kirin.

Navenda Nûçeyan – Piştî windahiyên giran ên di êrîşên Îsrailê li ser Xezayê de, hevdîtinên di navbera Îsrail û Hamasê de berdewam dikir giha encamê. Li ser agirbesta 4 rojan li Xezayê li hevkirin û li hevguhertina dîlan hate erê kirin.

Di çarçoveya li hevkirina Hamas û Îsrailê de hate diyarkirin ku wê 4 rojan agirbest were îlankirin û divê demê de li beramberî 50 dîlên Îsrailê, 150 Filistîniyên ku di gritîgehên Îsarilê de werin berdan. Di daxuyaniya nivîskî ya Hamasê de diyarkirin ku bi navbeynkariya Qatar û Misirê di pêvajoya dirêj a muzakeryê de bi Îsrailê re gihan li hevkirina agirbesta demkî.

Zarok û jin wê werin berdan

Li gor li hevkirinê; ‘Li beramberî 50 dîlên Îsrailê, 150 Filistîniyên ku di girtîgehên Îsarilê de werin berdan’, di nava van de ji herdû aliyan ji di bin temenê 19 salî  ji jin û zarokan pêkwere. Wê agirbest 4 rojan dom bike û bi sedan tirên ku malzemeyên alîkariya mirovî û sotemenî dihilgirin wê bikevin Zîvala Xezayê, bê cûdahiya Bakûr û Başûr wê bê îstisna malzemeyên alîkarî û sotemeniyê bigihe Zîvala Xezayê.”

Trafîka hewayê wê 6 seatan raweste

Di heman demê de derbarê tirafîka hewaya li Xezayê de jî biryar hate girtin. Hate destnîşan kirin ku di pêvajoya tirafika hewa ya Başûrê Zîvala Xeza hemû rojê, li Bakur jî rojane di navbera saet 10:00 û 16:00’an wê 6 saetan were rawestandin. Hate bi bîrxistin ku hêzên Îsrailê li hemû Zîvala Xezayê kesek desteser neke û wê êrîşî kesê nekin. Ji Bakûr heta Başûr wê rêya Salahaddin wê berdewamiya rêya tevgera azadiya mirovan bixin ewlehiyê de.

Îsrailê diyarkirin ku 239 dîlên Îsrailê di destê çengê Hamas ê bi çek Tugaya Îzzeddin el-Kassam de ye.

Hikumeta Îsrailê lihevkirin pejirand

Hikumeta Îsrailê aşkere kir ku li hevkirina bi Hamasê re qebul kiriye. Lihevkirin ji aliyê kabîneya Îsrailê ve hate erêkirin. Derberê mijarê de ji ofîsa ragihandinê a serokatiya Îsrailê daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de ji bo li hevkirina guherîna dîlan di pêşengtiya serok Benjamîn Netanyahu  de kabîneya ku kom bûye biryara ku hatî erêkirin ragihand.

Di daxuyaniya ku qonaxa yekem ya hedefa  hemû dîlên Îsrailê li Xezayê were anîn hate erêkirin û wiha hate gotin: “Li gora vê, herî kêm 50 dîlên ku ji jin û zarokan pêktê, di nava 4 rojan de werin berdan û di nava vê demê de navberdayîna pefçûnan tê pêşbînîkirin.”

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di her berdana 10 dîlaan de, wê di pefçûnan de rojek din navber bidin.” Lê belê li beramberî berdana dîlên Îsrailê de, derbarê wê çend mehkumên Filistinê berdin de di daxuyaniyê de nehate diyarkirin.

Di daxuyaniya Îsrailê de hate diyarkirin ku bi vegerandina hemû dîlan, temakirina tasfiyekirina Hamasê  û li Zîvala Xezayê ji bo gefek din ji bo Îsrailê neyê were avakirin wê şer berdewam bike.”