Tundî li bajarên erdhejê zêde dibe: Tedbîr têrê nakin!

Parêzer Şîrvan Yakut ê li qada erdhejê dixebite, diyar kir ku hejmara jinên li bajarên kon û konteyniran rastî tundiyê tên zêde bûne. Şîrvan Yakut, diyar kir ku îhmaleke cidî heye û jin nikarin xwe bigihînin edaletê.

MEDİNE MAMEDOĞLU

Amed- Di ser du erdhejên mezin ên di 6’ê Sibatê de li Tirkiye û Kurdistanê pêk hatin, 7 meh derbas bûn ku li 11 parêzgehên ku navenda wan Mereş e, bandor li wan kir. Ji ber erdheja ku bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan bi milyonan mirov neçar man koç bikin. Welatiyên li bajarên erdhejê di bin şert û mercên dijwar de dijîn, ji stargehê heta ava vexwarinê û cil û bergên xwe hê jî di peydakirina pêdiviyên jiyanê de zehmetiyan dikişînin. Li bajarên ji erdhejê bandor bûne mekanîzmayên pêşîlêgirtina tundiya li ser jinê bi awayekî aktîf naxebitin. Hat hînbûn ku mudaxele li bûyerên tundiyê yên li bajarên kon û konteyniran nehatine kirin, hat diyarkirin ku jinên penaber ên rastî tundiyê tên bi gefên "Ger gilî bikin dê bên dersînorkirin" re rû bi rû mane.

Li Semsûrê ku yek ji bajarên ku ji ber erdhejê zirareke mezin dît, pirsgirêk qat bi qat zêde dibin. Parêzer Şîrvan Yakut ku li bajêr di bin sîwana Komeleya Jinan a Piştevaniyê (DAKAH-DER) de dixebite û li bajarên kon/konteyniran li ser mafên jinan perwerdeyê dide, pêvajoya dawî ya li bajêr ji ajansa me re nirxand. Şîrvan Yakut, anî ziman ku jinên rastî tundiyê hatine, ji cihên serî lê dane nikarin tu bersivê bigirin û anî ziman ku li hin cihan tundî hatiye nixumandin.

'Ji bo jin û zarokan qada jiyanê nîne'

Şîrvan Yakut behsa zehmetiya jiyanê li bajarên kon û konteyniran kir û got: “Li bajarên erdhejzedeyan welatî li bajarên kon û konteyniran dimînin. Mirov di van waran de jî pirsgirêkên cidî dijîn. Ji ber ku qadên gelemperiyê hene, pirsgirêka paqijiyê hê jî nehatiye çareserkirin. Di gelek konteyneran de ronîbûn û serşokên cihêreng tune. Di ketin û derketina bajarên konteyniran de jî şopa tiliyan tê girtin. Mixabin li van herêman cihê jiyanê ne ji bo jinan û ne jî ji bo zarokan nîne. Mirov li qadên biçûk û giştî hewil didin jiyana xwe bidomînin, ev jî pirsgirêkên cuda bi xwe re tîne."

'Tundiya li ser jinê tê veşartin'

Şîrvan Yakut, anî ziman ku ji bilî pêdiviyên bingehîn mijareke din a ku divê bê nirxandin jî zêdebûna tundiya li ser jinê ye. Şîrvan Yakut, diyar kir ku li bajarên ku ji ber erdhejê bûne travmatîk, tundiya li ser jinê û qetlîamên li ser jinan ranaweste û gelek caran dozên tundiyê nayên meşandin. Şîrvan Yakut, diyar kir ku jinên rastî şîdetê tên, destpêkê nikarin mekanîzmaya serlêdanê bibînin û got ku jin piştî serlêdanên xwe bi pirsgirêka nebersivdayînê re rû bi rû mane.

Şîrvan Yakut, diyar kir ku bûyerên tundiyê gelek caran li stargehan dimînin bêyî ku li derve xwe nîşan bidin û qot:" Tevî ku niha li gorî qonaxa yekem di pêvajoyeke başbûnê de ye, lê hîn jî rayedarên pêwendîdar nekariye bersivê bide tundûtûjiya ku li van deveran diqewime. Hêzên ewlehiyê yên ku ji roja ewil û vir ve hem li bajarên kon û hem jî li konteyniran amade ne, ji bo pêşîgirtina li tundiyê pir kêm in. Li hemberî bûyerên tundiyê tedbîr negirtin û bêdeng man. Ji ber bêdengiya wan ev bûyerên tundiyê pir zêde bûne. Di perwerdeya ku me li bajarên kon an jî konteyniran da dida haya me ji bûyerên şîdet û qetlîamê çêdibû. "Jinên ku li bajarên erdhejê rastî tundiyê tên, dema diçin navendên serlêdanê nikarin bersiva pêwîst bistînin, mixabin di vê xalê de îhmaleke cidî heye.".

'Jinên penaber bi dersînorkirinê tên tehdîtkirin'

Şîrvan Yakut, anî ziman ku jinên penaber jî di vê pêvajoyê de bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû dimînin û diyar kir ku jinên penaber ji ber gef xwarina 'sîrgûnkirin'ê nikarin tundiya ku li wan tê kirin jî gilî bikin. Şîrvan Yakut, anî ziman ku saziyên fermî di vê warî de pir kêm in û ji bo jinên rastî tundiyê tên ti tedbîrên pêşîlêgirtinê nehatine girtin û wiha got:

“Karmendên girêdayî Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî yên ku li konê Ç27 a Semsxûrê dixebitîn û debara malbat û zarokan dikirin, bi hinceta ku xwe ewle nabînin vekişiyan. Ev mînaka ku me dît jî nîşan dide ku saziyên îdarî û fermî çiqasî li herêma erdhejê pasîf mane. Ev îhmal dibe sedema tundî û destdirêjiyê. Dema ku bûyerên tundî ji ewlekariya qadên giştî re hatin ragihandin, me bihîst ku emniyetê gotiye, "Tiştek nabe, dê çareser bikin." Dîsa di vir de jî pêwîste îsyanan bilind bikin, dema jinên di nava komên penaber de rastî şîdetê tên, ji aliyê berpirsyaran ve tên tehdîdkirin û dibêjin 'Ger hûn gilî bikin hûn ê bên dersînorkirin'. Ji ber vê yekê jinên penaber  berde tedbir girtinê nikarin giliyê xwe bikin."

'Berpirsiyariya rast dikeve ser milê saziyên fermî û darazê'

Di dawiyê de Şîrvan Yakut, berpirsyariya saziyên pêwîst û darazê bi bîr xist û wiha pê de çû: "Ji bo pêşî li zêdebûna mexdûriyetê bê girtin, divê xebateke aktîf bê meşandin. Me di perwerdeyan de cihên ku jin dikarin serlêdan bikin got. Baroyên li bajêr niha serlêdanan qebûl dikin. Eger tundî çêbibin Jin dikarin serî li baro yan jî saziyên sivîl ên civakî bidin. Lê di vê warî de berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê saziyên îdarî û darazê. Kesên ku dikarin rola herî aktîf di gihandina edaletê ya jinan de bilîzin, peywirdarên hiqûqê û daraz in. Divê ev sazî bi awayekî herî baş bixebitin. Dema ku berpirsyariyên li qadê neyên bicihanîn, gazind duqat dibe. Divê mekanîzmayek kontrolê jî were danîn da ku van fonksiyonan baştir bike."