Doza girtina KCDP’ê hat redkirin

Danişîna 4'emîn a Doza Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) ku bi îdiaya ‘Li dijî qanûn û exlaq tevgeriyaye’ hatibû vekirin, hat dîtin û doz hat redkirin.

Stenbol-Der barê Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) bi îdaya ‘Li dijî qanûn û exlaq tevgeriyaye’ doza girtinê hat vekirin, danişîna 4’emîn a dozê li 37'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Stenbolê hat dîtin.

Parêzerên platformê, parlamenterên Partiya Çepên Kesk, Partiya Kedê (EMEP), Meclisa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), endamên Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞÎK), nûnerên Konsolosxaneya Hollanda û Swêdê, nûnerên PEN'ê, nûnerên Meclisa Jinan a Komîsyona Firsendên Wekheviyê ya Jin û Mêran, Cîgira Serokê Giştî yê Baroya Stenbolê parêzer Nazan Moroglu, Seroka CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu û gelek kes û parêzerên jin tevli danişînê bûn. Ji ber salona danişînê tijî bû gelek kes nekarin bikevin salonê.

Piştî tesbîtkirina nasnameyan dozê dest pê kir. Piştî daxwaza parêzeran a tevlibûna dozê, şahid hatin guhdarkirin. Dure dest bi parastinê hat kirin û nûnera Giştî ya KCDP'ê Gulsum Kav, diyar kir ku di pêvajoya dozê ya ku heta niha tê dîtin de dozeke bê mantiq e, biryar çi dibe bila bibe dê ji bo wekhevî û azadiya welatê xwe têbikoşin.

Sekretera Giştî ya KCDP'ê Fîdan Ataselîm jî da zanîn ku doza girtina platformê bêhiqûqî ye û biryar çi dibe bila bibe ew ê têkoşîna xwe bidomînin. Esîn Yeşîlirmak, Îpek Bozkurt, Tugba Torun û Leyla Suren jî di danişînê de axivîn û bal kişandin ser têkoşîna jinan û gotin: "Jin ne bi tenê ne."

Piştî navberê heyeta dadgehê biryar da û doza ku hat vekirin red kir.