Girtiyên PAJK’ê: Me bi Rêbertiya me neceribînin

Girtiyên PAJK’ê bal kişandin ku dewleta tirk ji sala 2011’an ve heta niha li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdeke girankirî û sistematik dide meşandin û gotin: “Me tu caran bi Rêbertiya me neceribînin.”

Navenda Nûçeyan- Girtiyên PAJK'ê der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin de daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de diyar kirin ku dewleta tirk ji sala 2011'an û vir ve bi awayekî sîstematîk li ser Rêbertiyê tecrîdeke girankirî dimeşîne û wiha hat gotin: “Dewleta Tirk a ku bûye çete bi berxwedana Rêbertiya me, girtîgeh, gerîla û gel hatiye ber asta şikandinê. Di sala 2014’an de ‘Plana Çokdanînê’ xistin dewrê, tecrîda li ser Rêbertiya me û konsepta îmhayê kiriye polîtîkayeke giştî.”

‘Li her derê îmha tê esasgirtin’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanca wan ew e li her derê îmhakirinê ji xwe re bikin bingeh, berxwedana li nav qad û herêman asteng bikin û wiha domiya: “Rêbertiya me îzole bikin û wî bidin jibîrkirin. Dema ku ev polîtîka bi berxwedana ruhî û fizîkî ya girtîgeh û gerîla hat pûçkirin, ligel ku dost û hevriyên wî nikaribûn nameyek ji çend hevokan jî jê re bişînin, ji girtîgeha Îmraliyê re nameyên gefxwarinê hatin şandin. Şandina van nameyan û naveroka wê ji aliyê heman hêzan ve li çapemeniyê tê belavkirin.”

‘Me bi Rêbertiya me neceribînin’

Di berdewamiya daxuyaniyê de di pirsa ku bi vî tiştî re dixwazin çi bikin de ev tişt hat gotin: “Dîroka me ya berxwedanê gelek caran nîşanî dewletê daye ku Rêberê me, ji bo me pirsgirêka man û nemanê ye. Divê dewlet ji bîr neke ku li dora Rêberê me yê di navenda têkoşîna me ya azadiyê de cih digre,  xeleka agir her dem amade ye û divê dewlet me bi Rêbertiya me neceribîne. Di vî alî de em xeta berxwedana dîrokî ya PKK û PAJK’ê tînin bîra dewletê û em dewletê hişyar dikin.

Em diyar dikin ku ev polîtîka ji bo qebûlkirin û meşrûkirina di hest û fikran de tê kirin, dixwazin li refleksa me binêrin û piştre me bê refleks bihêlin. Em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî van êrîşan hişyar bin, bi helwesta xwe polîtîkaya desthilatdariya AKP û MHP’ê ya faşîst pûç bikin û xwedî li Rêbertiyê derkevin.”