Li Kurdistana Federe mamosta nikarin mûçeyê xwe bistînin

Şana Elî yek ji mamostayên ku ji ber polîtîkayên şer ên PDK'ê û nakokiyên di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê de nikare mûçeyên xwe werbigre bang li hemû xebatkarên mûçeyan kir ku bibin yek û daxwaza mafên xwe bikin.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Çend meh in Hikumeta Herêma Federal mûçeyên karmend û karkeran nade. Her çendî li gorî rêkeftinan divê hikumeta navendî ya Iraqê mûçeyan bide lê belê PDK mûçe nade. Tunebûna mûçe rewşa hemwelatiyan ber bi qeyrana aborî ve dibe, asta dahata navîn ber bi hejariyê ve dibe. Ev jî bandorê li ser hemû aliyên civakê dike.

‘Hikumeta herêmê armanc dike ku dahata netftê û dahata navxweyî ji bo wan be’

Mamoste û çalakvan Şine Elî der barê tunebûna mûçeyan de diyar kir ku di werza havînê û dema xwendinê de, ji dawiya meha Gulanê heta niha meha Îlonê tenê carek mûçe girtine û wiha got: “Ev du meh û nîv e tu mûçe ji bo muçexwaran nehatiye şandin, sedema wê ji nezanîna desthilatdariyê ye ku niha vî welatî bi rê ve dibe. Sedema pirsgirêkên sereke yên herêmê hebûna desthilatdariyek bi vî awayî ye. Ev jî dibe sedema bêaramiya aborî û civakê di nava civakê de.”

‘Desthilatdariyê gel bi temamî hejar kiriye’

Şine Elî da zanîn ku ji ber tunebûna mûçe rewşa mûçexwaran xirab e û gihîştiye asta hejariyê û got: “Çîna navendî nemaye, jiyana wan, li ber mirinê ye, ji ber ku qeyranên li pey hev jiyanê dagir kirine, wek qeyrana aborî, kehrebe û av. Li vê herêmê tiştek nemaye kêfa hemwelatiyan were. Her çend li cîhanê yek ji dewlemendtirîn herêmên me hene jî, meaşê me kêm e, çend malbat hene ji ber tunebûna mûçe û xirabiya rewşa aborî belav bûye. Ev jî pirsgirêka civakî û malbatê çêdike. Sedema zêdebûna rêjeya hevberdanê jî ev e. Niha hêza mamosteyan nemaye biçin nava xwendekaran û daxwaza xwendinê ji wan bikin. Ji ber ku dizanin xwendekar hene di demek de pêşeroja wan wê weke ya bi hezaran mamosteyan be.”

‘Bila hemû mamoste û kesên xwedî mûçe bibin yek’

Şine Elî bi bîr xist ku mafê mûçexwaran nayê dayîn û weke xwebexş nêzik dibin, di demek de bi ehd û peyman in ku 30 roj carekê mûçe bigrin li gorî tu zagonan rê nedin ku mûçexwar piştî 30 rojan mûçe negirin û got: “Ji ber van sedeman dilê mûçexwaran tijî bûye. Ji ber wê jî em weke mamoste nerazî ne, em nikarin bi vê rewşê biçin dibistanê û wane bidin. Daxwaz dikim hemû mamoste û mûçexwar yekdeng bin û daxwaza mafên xwe bikin.”