Di erdheja Mexrîbê de hejmara miriyan derket 2 hezar û 901’an

Di erdheja bi pileya 7 a ku di 8’ê îlonê de li Mexrîbê qewimî hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan derket 2 hezar û 901’an.

Navenda Nûçeyan - Şeva 8’ê Îlonê li Mexrîbê bi pileya 7 erdhejek pêk hat û navenda wê jî herêma El-Huz a bajarê Marakeşê bû. Ji bilî Marakeşê, paytext Rabat û bajarên Casablanca, Meknes, Agadir û Fezê jî ji ber erdhejê bandor bûn.

Wezareta Karên Hundir a Mexrîbê der barê erdhejê de agahiyên nû parve kir. Li gorî daneyên dawî yên hatin ragihandin, hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane derket 2 hezar û 901’an û hejmara birîndaran jî derket 5 hezar û 530’an.

BM: Em ji bo piştgiriyê amade ne

Alîkarê Berdevkê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ferhan Heq di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya der barê erdhejê da diyar kir ku NY li amadeye û got: "Heke hikûmet bixwaze em amade ne ku piştgiriyê bidin."

Zêdeyî 100 hezar zarok bandor bûn

Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ji erdhejê zêdetirî 300 hezar kes mexdûr bûne. Di daxuyaniya xwe de, Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) diyar kir ku hejmara zarokên ku di erdheja Mexrîbê de birîndar bûne û mirine heta niha nayê zanîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li gorî texmînên sala 2022'an li welêt zarok ji sê parên nifûsê pêk tînin û hat diyarkirin ku zêdetirî 100 hezar zarok ji erdhejê bandor bûne.