Jinên li Mexrîbê ên ji erdhejê bandor bûne li benda konan in

Jinên ku di erdheja Mexrîbê qewimî de şeva xwe di nav sermayê de derbas kirin, li bendê ne ku kon û malzemeyên din ên jiyanê zûtirîn bên teslîmkirin.

Mexrîb – Di erdheja 8’ê Îlonê ya li Mexrîbê ya bi lerza 7 de ku navenda wê li herêma El-Huz a Marakeşê pêk hat de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihişt 2 hezar û 901’an û hejmara birîndaran jî gihişt 5 hezar û 530 kesan. Ji xeynî Marakeşê erdhej li bajarên Rabat, Casablanca, Meknes, Agadir û Fes jî çêbû. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên di nav xirbeyên avahiyên hilweşiyayî de berdewam dikin. Her wiha xisareke mezin li binesaziya bajarên ku ji erdhejê bandor bûne jî çêbû.

'Di pêvajoya alîkariyê de alozî derket'

Îman Halîl a ku di erdheja bajarê Amizmizê de mabû jî got: "Tevî tirsa karesatê em jî bêhna xwe vedidin. Di warê alîkariyê de em jî wek welatiyên din ên gund in. Di Pêvajoya belavkirina alîkariyê de li gund alozî derket." Îman Halîl, anî ziman ku pêwîstî bi rêxistinbûnê heye ku bigihêje hemû koman û wiha got: "Ji ber ku di belavkirina alîkariyê de hin malbat ji hewcedariya xwe zêdetir distînin û di rewşeke wiha de dibe ku hin malbat mexdûr bibin. Li gundê ku ez lê bûm min hinek alîkarî wergirt. Min çadirek dît, lê hewa sar bûye û mirov nikare konê ku xwe ji sermayê biparêzin peyda bike."

'Me hevalên xwe, bîranîn û dîroka xwe winda kir'

Îman Halîl, anî ziman ku ew ji guhertinên avhewayê yên ku di rojên pêş de welat bi wan re bibe şahid ditirsin û wiha got: “Hê jî mirov li derve radizê. Ev dikare rewşê xirabtir bike û êşa gelê mexdûr zêde bike. Şeva erdhejê pir bi tirs bû. Her tişt pir zû qewimî. Me hîs kir ku erd ji bin me diherike, tirs û xof di canê me de diherikî û xaniyan dest bi lerzandinê kirin. Hinek bi temamî hatin rûxandin. Em reviyan û yên ku karibûn birevin sax man. Malbata hevjîna min mirin. Piştî erdhejê em rojên dijwar dijîn. Ji ber ku me gelek hevalên xwe, bîranîn û dîroka xwe winda kir. Gelek tişt winda bûn û di bin kavilan de hatin veşartin."

'Mala me ya ku ez bi du zarokên xwe re lê diman hilweşiya'

Jineke din a ku ji bajarê Rakkaka yê herêma Çiyayê Amizmizê ye, diyar kir ku piştî erdhejê her tim serêşî û gêjbûn li ser wê rû da û anî ziman ku dema dengek bilind bihîstiye ketiye panîkê û tirsiyaye û wiha got: "Hevjînê min bi salan jiyana xwe ji dest daye û ez bi du zarokên xwe re mam. Ji ber erdhejê mala me hilweşiya. Cihê min nemaye û zarokên min êdî li derveyê hewayê ne û kêliya erdhejê wiha anî ziman.

"Ji bo bîskekê, me hîs kir ku her tişt li dora me diherike û dîwaran dest bi lerizê kirin. Êdî ji bilî qêrîna zarok û jinan tiştek nedihat bihîstin. Mala min ji sê qatan pêk dihat. Ez ji zarokên xwe û xwe pir ditirsiyam. Min ew bi cih kirin. Ez reviyam. Dema ku ez ji malê derketim mala min li ber çavên min hilweşiya. Dîmenek ku nayê vegotin û hesta xerîbî û windabûnê bû dema ku min hîs kir mala xwe winda kir."

'Em hêvî dikin ku winda bên rizgarkirin'

Jina mexdûrê erdhejê di berdevamiya axaftina xwe de  anî ziman ku hîn windayên ku nehatine dîtin hene û wiha gotinê xwe bi dawî kir: “Em hêvîdar in ku winda bên dîtin û rizgarkirin. Xelkê mexdûr ên li herêmê hewceyî alîkariyê ne. Kêmek kereseyên erzaqê gihan me, lê hîna jî gelek pêdivî bi alîkariyê heye. Hewa sar e û ji bo ku me ji sermayê biparêze pêwîstiya me bi çadiran heye. Li herêmên çiyayî bi şev serma ye."