Jinên girtî ji Bahareh Hedayat re name şandin

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Evînê, ji Bahareh Hedayet a ku ji bo pêkhatina xeyalên azadî û wekheviyê ketiye greva birçîbûnê re, nameyek şandin û xwestin dawî li greva birçîbûnê bîne.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê çalakger Bahareh Hedeyat a ku ji 3’yê Cotmeha 2022’yan ve  di girtîgehê de ye, ji ber ku ketibû greva birçîbûnê, di roja 13’an de nexweş ket û wê rakirin nexweşxaneyê. Bahareh Hedayat, piştî dermankirinê careke din birin girtîgehê.

Girtiyên siyasî yên li girtîgeha Evînê, nameyek hevpar nivîsandin û ji Bahareh Hedayet re şandin. Girtiyan bang li Bahareh Hedayet kirin ku dest ji greva birçîbûnê berde. Girtiyan di nameya xwe de wiha gotin:

“Bahareh Hedayat, ji bo em xeyala xwe ya hevpar bi hev re zindî bikin, em dixwazin hûn dest ji greva birçîbûnê berdin. Em di pêvajoyeke ku rastî serûbin bûne, hemû nirx têk çûne de dijîn. Bahareh Hedayet ji bo ku ‘tunebûna wijdan’ şermezar bike bi rojan e di greva birçîbûnê de ye. Em girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê dibin şahidên êşên jiyanê. Di vê têkoşîna wijdan û azadiyê de divê hûn dest ji greva birçîbûn berdin. Em hemû bi hev re xeyala xwe ya hevpar pêk bînin. Em wek hevalên we, ji bo ku tendirustiya wê zêdetir nekeve xeterê ji we dixwazin hûn dest ji greva birçîbûnê berdin. Em tehemulê vê rewşê nakin û ji vexwendnameya dayik û bavê Cevat Ruhî yên li jiyanê ne bawer in û dixwazin hûn xwe biparêzin.”

Girtiyên ku îmzeya wan li ser nameyê ne ev in: “Elahe Mohammadî, Sepîdeh Kashanî, Sepîdeh Keshavarz, Sepîdeh Qalian, Saronaz Ahmadî, Shakila Monfard, Zahra Tahîdî, Farîba Kamalabadî, Faizah Hashemî, Horiya Ziaeî, Golrokh Iraeî, Nesrîn Javadî, Naheed Tagvî, Nîloufer Bayanî, Nîloufer Hamidî, Narges Mohammadî, Mahosh Thabît, Mahosh Adalatî, Mahbobeh Rezaeî, Vida Rabbanî û Hoda Tahîdî.