Newroz Abdo: Em bi jinên Suweydayê re ne

Endama Ofîsa Organîzasyona Partiya Pêşeroja Sûriyeyê ya Hesekê Newroz Abdo, diyar kir ku ew piştgiriyê didin çalakiyên li Suweydayê û got ku ew bi bi jinên ku bi awayeke çalak beşdarî çalakiyan dibin re di nava hevgirtinê de ne.

DELAL REMEZAN

Hesekê– Çalakiyên aştîxwaz ên li wîlayeta Suweyda ya Sûriyeyê didomin, ketin hefteya xwe ya 4’an. Suweydaya ku piraniya şêniyên wê Dûrzî ne, jin bi awayê çalak beşdarî çalakiyan dibin. Endama Ofîsa Organîzasyona Partiya Sûriyeya Pêşerojê Newroz Abdo, têkildarî çalakiyên li Suweydayê nirxandinan kir.

‘Divê ku hikumeta Şamê daxwazên gel bi cih bîne’

Newroz Abdo, diyar kir ku krîza aborî ya li Sûriyeyê xizaniyê zêdetir kiriye û mercên jiyanê xirab bûne, ji ber ku hikumeta Sûriyeyê daxwazên gel bi cih neaniye, 4 hefte ne şêniyên bajêr çalakiyan li dar dixin. Newroz Abdo wiha got: “11 sal piştî şoreşa Sûriyeyê, li bajaren Suweyda û Dera yên Sûriyeyê, gel ji bo daxwazên meşrû derket kolanan lê daxwazên wan ji aliyê hikumetê ve hatin redkirin.”

‘Daxwaza wan jiyana li gorî rûmeta mirovahiyê ye’

Newroz Abdo diyar kir ku 24 roj in çalakî didomin û wiha domand: "Ev çalakî ji ber mexdûriyeta gel a ji ber krîza aborî çêbûn. Çalakger dixwazin rejîm biguhere, girtî werin berdan, hikumeta neteweyî were avakirin û zagona bi hejmara 2254 were pêkanîn. Dirûşmên ku daxwaza jiyana bi rûmet dikin diqîrin. Her wiha dirûşmên ku piştgiriyê didin xebatên neteweya demokratîk diqîrin.

‘Bîranîna Hevrîn Xelef di çalakiyan de peyameke girîng e’

Newroz Abdo bal kişand ku di çalakiyan de hejmara jinan zêde ye û ev agahî dan: “Di sala 2019’an de Hevrîn Xelef a ji aliyê çeteyên tirk ên dagirker ve hat şehîdxistin, li Suweydayê di çalakiyan de hat bibîranîn. Ev yek peyameke girîng e. Ev delîla bandora şoreşa Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ya li ser jinan e, serkeftina wê nîşan dide. Ne tenê li Sûriyeyê, li hemû cîhanê mînakek e.”

‘Em piştgiriya xwe ya bi tevgera gelê Suweydayê re îlan dikin’

Newroz Abdo bal kişand ku ew hemû çalakiyên ku ji bi daxwaza azadî, wekheviyê û edaletê pêk tên destek dikin û wiha got: "Em piştgiriya xwe ya bi tevgera gelê Suweydayê re îlan dikin. Çalakiyên li Suweydayê, berteka gel a li dijî bersivnedana daxwazan e. 11 sal piştî şoreşê, ji ber ku hikumetê guh neda daxwazên gel, krîz giran bû, êşên gelê herêmê zêdetir bûn.”

Newroz Abdo got ku çareseriya krîza Sûriyeyê bi neteweya demokratîk pêkan e û wiha domand: “Çareseriya krîza li Sûriyeyê ku 11 sal in didome neteweya demokratîk e. Divê ku li Sûriyeyê diyalog hebe û gelên wê çarenûsa xwe diyar bikin. Her wiha divê welatên derve mudaxele nekin. Peyama min ji jinên Sûweydayê re ew e ku bi awayê çalaktir tevli çalakiyan bibin. Em ji Bakur Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya xwe ya bi jinên Suweydayê re îlan dikin û bang dikin ku çalakger têkoşîna xwe bidomînin, heta serkeftin û wekheviyê, heta bicihanîna daxwazan çalakiyên xwe berdewam bikin.”