TJK-E: Em xwedî li pêngava 10’ê Cotmehê derdikevin

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ragihand ku ew piştgiriyê didin kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê dikin.

Navenda Nûçeyan – Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku ew kampanyaya cîhanî ya di 10’ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hatiye destpêkirin, hembêz dikin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re Azadî û ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” li 74 navendên cîhanê hemwext kampanya hatiye destpêkirin û wiha hat gotin: "Ji aliyê çepgir, sosyalîst, demokrat, jinên azadîxwaz, xwedî exlaq û wijdan, ciwan, fîlozof, akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, sendîkavan, siyasetmedar û saziyên demokratîk ku xwe weke dostên gelê Kurd û Rêber Apo dibînin ve destpêkirina kampanyeyek bi vî rengî bi qasî stratejîk e xwedî dîrokek bi wate û nirx e.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Destpêkirina pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” di salvegera komploya navneteweyî de jî xwedî girîngiyek mezin e. 10’ê Cotmehê salvegera 25’emîn a êrîşa komploya navneteweyî ya sala 1998'an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji aliyê sîstema kapîtalîst a cîhanî ya modernîteyê ve hate kirin e. Bersiva herî mezin û bi wate ya li hemberî komploya navneteweyî, destpêka pêvajoyeke bi vî rengî ya pêngavê bû. Îşkence, tecrîd û polîtîkayên tecrîdê yên 25 sal in li Îmraliyê li ser Rêber Apo tên meşandin, ne tenê li Tirkiyeyê, li cîhanê jî veguherîn skandaleke hiqûqî ya ku mînaka wê nîn e. Bi vî rengî hêzên hegemon dixwazin hawira aştî û çareseriyê ya li Rojhilata Navîn bi paradîgmaya alternatîf a ji aliyê deng û ramanên Rêber Apo ve hatiye afirandin xira bikin û bi vî awayî hewl didin têkoşîn, maf û destketiyên bi rûmet ên gelê Kurd tune bikin.

‘Têkoşîna jinan gihîştiye asta gerdûnî’

Li aliyê din Tevgera Azadiya Kurd bi têkoşîna xwe ya 50 salî bi şikandina dîwarên betonê destana vejînê afirand. Bi vejîna gelê Kurd re hebûna xwe, îradeya xwe, hêza xwe ya siyasî, civakî ya ronakbîr û rêxistinkirî derxist holê û di nava şoreşan de şoreşê pêk anî. Rêber Apo bi felsefeya xwe ya 'Jin, Jiyan, Azadî' re îradeya jin û dilsoziya jinan a ji bo têkoşîna azadiyê ava kir û rastiya civaka bi jinan hatiye xurtkirin û bi jinan hatiye azadkirin derxist holê. Pêşketina şoreşa Rojava weke şoreşa jinan û pêşengiya jinan di şoreşa civakî ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de bîroloziya azadiya jinan derxist asteke gerdûnî û hişt ku jinên cîhanê li dora formula efsûnî ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bicivin.

‘Ev îfadeya ku wijdan û exlaq wê tu carî bêdeng nemîne ye’

Armancên sereke yên pêngava azadiyê ya cîhanî ku 10’ê Cotmehê bi dirûşma 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî' dest pê kir, hilweşandina sîstema tecrîd, îşkence û qirkirinê ya Îmraliyê û azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Ev jî tê wateya çareseriya pirsgirêka Kurd li ser esasê azadiya gelê Kurd û demokratîkbûna Rojhilata Navîn. Ev gaveke mezin e ku helwestên sexte, bêexlaq û durû yên sazî û rêxistinên navneteweyî yên ku qaşo berpirsiyarên 'parastina mafên mirovan û demokrasiyê' ne û ev 25 sal in rola sê meymûnan dilîzin, eşkere dike. Ev yek îfadeya ku ew bêdeng bimînin jî wê hiş, wijdan û exlaqê mirovahiyê tu carî bêdeng nemîne.

Em ji bîr nekin ku hemû hewldanên ji bo hilweşandina sîstema îşkence, tecrîd û qirkirinê, ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bicihanîna çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, wê di demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn û heta afirandina demokrasiya cîhanî de roleke mezin bilîze. Ev kampanyaya ku li ser asta cîhanê ji aliyê dostên gelê Kurd ve hatiye destpêkirin ne tesaduf e, bi ruhê azadiyê yê serdemê re hevaheng e. Ji ber ku bawerî û hêviyek heye ku jiyana demokratîk, azadîparêz û ekolojîk a jinan ji bo cîhanê bi paradîgma û ramanên Rêber Apo li hemberî pergala modernîteya kapîtalîst were avakirin. Her wiha ev yek bawerî û hêviya ku wê bi Rêber Apo re azadî bi ser bikeve derdixe holê.

‘Em piştgiriyê didin kampanyayê’

Em wek Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ ku di 10’ê Cotmehê de li zêdetirî 80 navendên cîhanê bi armanca misogerkirina azadiya fizîkî ya rêbertiya me û çareseriya pirsgirêka Kurd hat destpêkirin hembêz dikin û em îdiaya xwe diyar dikin ku em ê vê kampanyayê bi ruh, hêz, fikir, hestiyarî û çalakiyeke bi pêngavê ber bi serkeftinê ve bibin. Ji bo ev pêngava dîrokî bi ser bikeve, em ê hem di warê civakî û hem jî di warê dîplomatîk de xebat û plansaziyên xwe yên li gorî erka xwe pêş bixin. Em destnîşan dikin ku yek ji armanca me ya herî girîng ew e ku fikir û paradîgmaya Rêber Apo bigihîjînin jinan û gelên welatên em lê ne û careke din diyar dikin ku em ê bi hêza rêxistinbûyî ya jinê pergala îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê bişkînin.

Bang li jinan hat kirin

Di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ de, em bang li jinan dikin ku di 21’ê Cotmehê de li Dusseldorfê bi beşdariya hem dostên navneteweyî hem jî saziyên navneteweyî û saziyên jinan ên Kurdistanî bi hevparî beşdarî foruma ‘Azadî wê bi ser bikeve’ bibin.”