Çalakvanên Rojhilatî ji bo parastina destkeftiyan bang kirin

Çalakvan Soraya Şerîfî têkildarî êrîşên dewleta Tirk yê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anî ziman ku cîhan çavên xwe ji êrîşên dagirker re girtiye û got ku divê gelên azadîxwaz ji bo parastina destkeftiyên li Rojava xwedî helwest bin.

AGRÎN HOSEYÎNÎ

Dîwandere – Dewleta Tirk ê piştî li heremê têkçûna DAIŞ’ê bi dehan car gef li ser heremên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê xwar û êrişên dagirkeriyê pêk anî, ji 4’ê Cotmehê ve êrişên xwe yê li ser heremê dijwartir kir. Di van êrişên ku binesaziyên heremê hatin hedefgirtin de 2 jê zarok 48 kesan jiyana xwe ji dest dan. Çalakvanên ji Rojhilatê Kurdistanê bertek nîşanî êrişan dan û ji bo parastina destkeftiyên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye bidestxistin bang li gelên azadîxwaz kirin.

Çalakvana mafên jinan û nivîskar Soraya Şerîfî ya got “Dewleta Tirk sê faktor di tawanên hovane yên li dijî Rojava de dişopîne” wiha got: “Ya yekem bêdengî û boykotkirina nûçeyên medyaya sereke ye ya, duyem jî şerê berfireh ê di navbera Îsraîl û Xezayê de ye. Rastî ew e ku tenê Kurdbûn ne sebebê van hemû dijminatî û nefreta gelên wê axê ye. Ji ber ku li Rojava netew û olên curbecur bi aramî li tenişta hev dijîn. Hebûna wan û yekîtiya wan ji bo netew-dewletan weke metirsiyek tê dîtin.”

‘Divê gelên azadîxwaz destkeftiyên li Rojava biparêzin’

Di berdewamiya axaftina xwe de Soraya Şerîfî wiha got: “Erka hemû gelên azadîxwaz, wekhevxwaz û têkoşer ew e ku di vê rewşa dijwar de destkeftî û têkoşîna ku bi xwîna gelên bindest ên Rojava pêk hatiye biparêzin. Divê mirov hewl bide bi teqtîkên guncav û li gorî şert û mercan piştgirî bide destkeftiyên ku hatine bidest xistin. Bi deh hezaran şervan û şervanan jiyana xwe ji dest dane. Ji xeynî yekîtiyê tu riyek me yê cûda nîne.”

‘Li ser Rojava bombe dibarîne ji bo Filistinê rondikên tîmseh!’

Çalakvan Nasrîn Şukrî ya got “Dewleta Tirk ê ji bo Filistinê rondikên tîmseh dibarîne li ser Rojava jî bombe dibarîne” wiha bertek nîşanî êrişan da: “Bombebaranên vê dawiyê yên Îsraîlê ji deryeyî yên hewayî li ser Xezayê û kuştina zarok û jinên Filistînî, careke din mijara “sûcên şer” anîne rojevê. Di vê navberê de dema ku dewleta Tirk nakokiyên Îsraîl û Filistînê şîrove dike û ji bo wan rondikên tîmseh dirijîne, li aliyê din jî bi kuştina zarok û mirovên bêguneh mijûl dibe. Gotina serokomarê Tirk Erdogan a "Şer jî exlaqê xwe heye" careke din bal kişand ser herêma Rojava ya Bakurê Sûriyeyê ku dewleta Tirk êrîşên xwe yên derexlaqî û sûcan li dijî wê didomîne.” Nesrîn Şukrî li dijî êrişan banga parastina destkeftiyên li heremê kir.