Rojnamevana Filistînî: Divê rastî bêalî bên ragihandin

Rojnamevana Filistînî Saba Ebû Amra bal kişand ser nêrîna çapemeniya cîhanê ya der barê êrişên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezayê de, diyar kir ku ji bo pêşî li komkujiyên din ên li dijî mirovên bêguneh bê girtin, divê rastî bi awayekî bêalî bên ragihandin.

RAFÎF ESLEEM

Xeza - Li Şerîda Xezayê ku di bin dorpêça Îsraîlê de ye hemû xizmetên bingehîn tên astengkirin, rojnamevanên ku dixwazin li bajêr çi diqewime ji cîhanê re ragihînin dibin hedef. Di êrişên 10 rojan ên Îsraîlê de heta niha 11 Rojnamevan hatin qetilkirin; zêdeyî 20 rojnamevan jî birîndar bûn; aqûbeta 2 rojnamevanan ne diyar e.

Rojnamevan Saba Ebû Amra êrişên Îsraîl nirxand û got: “Her roj êriş li ser bajêr tên kirin û ji sedî 52’ê kesên hatine qetilkirin jin û zarok têne pêkanîn. 50 hezar jinên ducanî hene û 550 jê li benda zayînê ne. Nexweşxane bi temamî girtî ne. Mazot û pêdiviyên tenduristiyê diqedin. Ji ber hedefgirtina avahiyên derdorê gelek nexweşxane ji xizmetê derketin. Li rexa jinên ducanî, nexweşên penceşêr û gurçikan jî hene. Di şert û mercên heyî de dermankirina wan hema bêje ne gengaz e.”

‘Di bin xirbeyan de kesên li benda rizgarkirinê ne hene’

Saba Ebû Amra bal kişand ser wê yekê ku bi dehan malbat ji ber êrişan di bin xirbeyan de mane, Saba Ebû Amra destnîşan kir ku tîmên parastina sivîl nekarîn kesên di bin xirbeyan de rizgar bikin ji ber nebûna amûran û êrişên berdewam. Saba Ebû Amra da zanîn ku 470 hezar koçber li başûrê Şerîda Xezayê di stargehan de kom bûne û got: “Tirsa belavbûna nexweşiyên pandemî heye.” Saba Ebû Amra, diyar kir ku di êrişên Îsraîlê de peymanên navneteweyî hatin paşguhkirin û wiha got: “Em weke rojnamevanên Filistînî ji destpêka êrişan heta niha tevî ku qertên çapemeniyê hildigirin jî, bi zanîbûn em têne hedef girtin. Li aliyê din bi dehan saziyên çapemeniyê hatin hedefgirtin. Êriş didomin û binpêkirin roj bi roj zêde dibin.”

‘Ji bo parastina rojnamevanan divê hevgirtin bê nîşandan’

Saba Ebû Amra bal kişand ser awayê ku çapemeniya navneteweyî şer dişopîne û wiha got:”Nûçeyên ku Şerîda Xezayê sûcdar dikin li cîhanê belav dibin. Herî dawî jî nûçeya serjêkirina zarokên Îsraîlî bû. Lê belê mijar zelal bû û nûçegihanê KHA’yê lêborîn ji raya giştî xwest û ragihand ku ev nûçe bêbingeh e. Armanca wan ew bû ku hevgirtina bi gelê Filistînê re bi dawî bikin. Ji aliyê din ve, armanca wan kêmkirina belavbûna xwepêşandanên li dijî Îsraîlê bû. Ger êrişên sîstematîk bidomin wê xebatkarên çapemeniyê nikaribin karê xwe pêk bînin. Ji ber vê yekê sûcên Îsraîl wê veşartî bimînin û tiştên ku li Şerîda Xezayê diqewimin dê bên îzolekirin. Divê cîhan ji bo parastina rojnamevanên Filistînî hevgirtinê nîşan bide û di derbarê qetlîamên li Şerîda Xezayê de lêkolîn bên kirin û agahî bi awayekî rast bên ragihandin."

‘Rojnamevan hatin qetilkirin’

Saba Ebû Amra di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rapora Komîteya Azadiyan a Sendîkaya Rojnamevanên Fîlîstînê û wiha got: “Hat ragihandin ku ji 7’ê Cotmehê ve dema êrişa li ser Şerîda Xezayê dest pê kir 11 Rojnamevanên filistînî bi fûzeyên balafirên Îsraîlê hatin qetilkirin. Her wiha hat destnîşankirin ku di encama bombebaranê de 50 saziyên çapemeniyê bi temamî hatine rûxandin. Di raporê de her wiha hat diyarkirin ku gelek rojnamevan li ser malperên medyaya dîjîtal ji aliyê rûpelên Îbranî ve rastî gefên rasterast û kampanyayên provokasyonê hatine.”

‘Divê nûçe bêalî bên ragihandin’

Saba Ebû Amra diyar kir ku Komîteya Azadiyan a Sendîkaya Rojnamevanên Filistînê nameyek ji Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî re şandiye û wiha got: “Di nameya ku sendîkayê şandiye de bang li hemû saziyên çapemeniyê kir ku xwedî li etîk û prensîbên pîşeya rojnamevaniyê derkevin, nûçeyan rast ragihînin û ne pêşdaraz bin. Divê ew ragihandina rastiyan bi awayekî bêalî bidomînin da ku pêşî li komkujiyên din ên li dijî mirovên bêguneh bigirin.”