Axaftina hunermenda Filistînî Emily Jacir a li Berlînê hat betalkirin

Axaftina hunermend û fîlmçêkera Filistînî Emily Jacir a ku dihat plankirin li Berlînê bê kirin hat betalkirin. Emily Jacir beriya ku axaftina xwe betal bike, parve kir ku ew bi awayekê bi êş haya wê ji bêdengiya li hemberî komkujiya gelê Filistînê heye.

Navenda Nûçeyan – Axaftina ku hunermend û fîlmçêkera Filistînî Emily Jacir wê hefteya bê li Berlîna paytexta Almanyayê bike, hat betalkirin. Hat hînbûn ku li şûna Emily Jacir navekî din yê ne Filistînî hatiye danîn. Hêjayî gotinê ye ku ev biryar piştî ku hemû çalakiyên piştevaniyê yên li dijî Filistîn û gelê Xezayê li Elmanyayê hatin qedexekirin hat dayîn.

‘Xala ku em gihiştinê ev der e’

Emily Jacir beriya ku axaftina wê bê betal kirin li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev tişt parve kiribû:

“Komkujiya gelê me bi navbeynkariya çapemeniyê ji bo rewakirin û dabînkirina şert û mercan tê kirin. Em bi êş ji bêdengiya enstîtuyên navneteweyî û hevkarên xwe dizanin dema ku em ji mirovan kêmtir dibin û jiyana me bê qîmet dibe. Cînayetên dewletê, qirkirin û paqijkirinên etnîkî yên ku em di dîrokê de li ser wan dixwînin, ji aliyê mirovan ve bêyî ku tu gotinekê jî bibêjin, destûr didin. Ya herî xirabtir, em her gav matmayî xuya dikin ji ber ku ew hewl didin ku mirinan bi balkişandina toreyên nemirovî re rastdar bikin. Dîsa xala ku em gihiştinê ev dere.”

Merasîma xelatdayînê ya Adania Shibli jî hat betalkirin

Ji aliyê din ve Fûara Pirtûkan a Frankfurtê jî merasîma xelatkirina nivîskara Filistînî Adania Shibli ya di 13’ê Cotmehê de hatibû betalkirin. Komeleya wêjeyî ya Elman Litprom roja Înê ragihand ku wê merasîma xelatdayînê ya vê hefteyê ya li Fûara Pirtûkan a Frankfurtê, ku romana nivîskara Filistînî Adania Shibli tê de tê xelatkirin, “ji ber şerê li Îsraîlê” betal kir.