‘Rizgarkirina Reqa weke zayînek nû bû’

Jinan dema ku bajarê Reqa dibin kontrola DAÎŞ’ê de bû wiha gotin: “Em weke miriyên jiyan dikin bûn.” Rizgariya Reqa ji aliyê QSD’ê ve weke zayînek nû bi nav kirin.

SIBELIA EL-IBRAHIM

Reqa- Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di sala 2016’an de ji bo bajarê Reqa ji DAÎŞ were rizgarkirin pêgava ‘Xezeba Firatê’ dan destpêkirin. Di 18’ê Cotmeha 2017’an de bajarê Reqa ji DAÎŞ’ê hate rizgarkirin, xebera Rizgariyê di 20’ê Cotmehê de hate îlankirin. Bajarê Reqa ê ku li Bakûr û Rojhilatê Sûriye bi nêzbûna salvegera rizgariya wê ji çeteyên DAÎŞ’ê, jinên di dema kontrola çeteyan de jiyan dikirin, li aliyekê pêkanînên çeteyan ên dij mirovane di anîn ziman, li aliyê din keyfxweşiya rizgariyê jiyan dikirin anîn ziman. 

‘Kurê min êdî nevegeriya’

Ji jinên Reqa Fatima Habib Al-Şeyh ku xwedî 11 zarokan diyarkir ku dema Reqa dibin kontrola DAÎŞ’ê de zarokek xwe winda kir û wiha got: “Ji bo em çeteyan nebinin em ji mala xwe dernediketin, heta ji bo em ji pêkanînên wan ên dij mirovane dûr bikevin me dest bi cihên gundewar jiyankirinê kir. kurê min ên ku nevegeriya malê bi sûcê sîxorê hikumeta Şamê ye dihat sûcdarkirin. Dema ku ji mal derket got “ezê biçim mizgeftê û heta vegerim ji min xwest ku ez xwarin amade bikim” Lê belê çûyîn ew çûyîn, êdî nevegeriya. Dema ku min jê xeber negirt ez çûm navendên binçavkirinê. Destpêkê gotin  li gel meye, lê belê dema ku piştî demekê cardin ez çûm gotin me şandiye qursa tobekirinê û heta xilas bû dê vegere. Lê belê 7 sal derbas bû, kurê min venegeriya. Heta îro ez hîs dikim ku kurê min jiyan dike. Hest û hîsên dayîkekê tu caran şaş nabe. Heta mirinê ezê li benda wê rojekê vegere bim. Piştî van hemû tunebûnan tişta ku ez dixwazim dîtina wî  ye.”  

 Dayîka wî qetilkirin

Farah Haled Al-Ali a ku dayîka xwe di zarokatiya xwede winda kiriye, di dema 14 salî de erka mezinkirin xuşk û birayên xwe digre ser milê xwe û tiştên ku jiyan kiriye wiha dibêje: “Dayîka min Abeer Ali Al-Nahed hîna di 30 saliya xwe de ji aliyê çeteyan ve hate girtin û qetilkirin. Gelek hurguliyên wê nayê bîra min, ji ber hê ez zarok bûm, lê belê tişta ku mayî di hafiza min de rûyê wê û çawa ku DAÎŞ ser mala me de girt û ew birin bû. Dayîka min dema hate girtin, piştî hefteyekê hate berdan, lê belê piştî rojan cardin hate girtin. Di saet 04:00’ê sibehê de ser mala me de girtin, erebeyek sipî bi kardîanîn. Maske li ruyê wan bûn û di destê wan de çek hebûn. Endamên malbatê dema ku pirskirin dayîka min li kuderê ye got li girtîgeha stadyoma reş deye lê me nedît. Ew bi sûcê sîxorê hêzên navnetewî di hat sûcdarkirin.”

‘Rizgariya bajar wek welidînek nû bû’

Farah Haled Al-Ali wiha behsa pêngava rêzgarkirina bajarê Reqa ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve kir û got: “Bajarê me ê dibin kontrola DAÎŞ’ê de, bi salan me dibin zextê de jiyan dikir. Bi hatina QSD’ê re bû xalek me ya derketin û hêviyê. Min bihîst ku wê Reqa rizgar bibe mi fikirî ku wê dayîka min vegere û keyfxweşiya min wê dû qat bibe. Hê hêviya min heye ku wê rojekê dayîka min vegere. Rizgariya bajarê Reqa weke welidînek nû  bû. Em ji bê edaletî, tirs û terorê rizgar bûn. Ez dixwazim DAÎŞ hesabê sûcê kiriye bide. Xûşk û birayên min ji heskirina dayîkê mehrûm kirin. Ez dixwazim carekê dayîka xwe bibînim.”

‘Tirsa mirinê belav dibû’

Yek ji jinan Fayda Al-Alî Abdullah zilma DAÎŞ’ê wiha anî ziman: “Me jiyan nedikir em weke miriyan bûn. Li her derê cenaze hebûn, gelek ji wan li xaçerê tirafikê daliqandibûn û li hemû kolanên bajar tirsa mirinê belav dikirin. Kurê min hê 14 salî bû û ji aliyê DAÎŞ’ê ve hate girtin. piştî kurê min hate girtin hevjinê min ji ber zextên ku dihat jiyan kirin jiyana xwe ji dest da. Gelê Reqa, baş dizanin ku ên ku ji aliyê çeteyan ve hatin girtin şansên wan ê wê vegerinê tûneye. Piştî girtina kurê min me gelek pirs kir, lê belê ev rewş dişibe di nava kayê de li derzî geranê. Lê belê cardin bi hêviyekê em lê geriyan.” 

Daxwaza wê dîtina windayane

Fayda Al-Ali da zanîn ku bi destpêkirina pêngava rizgariya Reqa re çeteyan dest bi pêla girtinê kirin û wiha got: “Li pey xwe ne zarok, ciwan, mêr, jin û keç û pîr ne hêlan. Dema ku bi temamî rizgariya bajar îlan kirin me keyfxweşî jiyan kir û herî dawî me got em ji tirs, mirin û bêedaletiyê rizgar bûn. Ev 7 sale li bajarê xwe em bi awayek azad jiyan dikin. piştî trajediyên ku me jiyan kirin em li bajarên xwe bi awayek ewle û aram jiyan dikin. Niha tişta ku ez dixwazim û hemû kesên winda ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin girtin cardin vegerin. Heta ku ez cenazeyên kurê xwe li xakê nespêrim wê hêviya min ya ku wê vegere her tim hebe.”

‘Ev 7 sale li benda vegera kurê xwe me’

Ji jinên Reqa Hadica Al-Hamud a 50 salî tiştên ku jiyan kiriye wiha anî ziman: “Di destpêka qeyrana Sûriye de hîna kurê min biçûk bû min ew winda kir. Kurê min ê dûem dema ku ji baxçeyê çandiniyê re av dibir, di çem de xeniqî û jiyana xwe ji dest da. Zarokê min yê 20 salî ji aliyê çeteyan ve hate girtin, me rojek xwe bi aram derbas nekir. Xwestin mala me bixin destê xwe lê belê em man em derneketin. Qetilkirin û binpêkirin ji bo çeteyan bibû rotînên rojane. Em hertim di nava tirsê debûn û li beramberî tiştên ku me dîtî nexweşiya dil ez girtim. Hêzên Sûriyeya Demoqratîk em ji zilma çeteyan rizgar kirin. Ew demên rizgariyê gelek xweş bû. Ev 7 sale ez li benda vegera kurê xwe me. Min dû kurên xwe winda kir û min sipart axê lê min kurê xwe ê sêyem ne dît, min cenazeye wî bi destê xwe ne sipart axê. Ji ber vê hêviya ku wê rojekê vegere her hebe, ji ber dilê min dibêje ew jiyan dike.”