Tevgera Jinên Belûcîstanê ji bo Werîşe Mûradî daxuyanîyek waşand

Tevgera Jinên Belûcîstanê ji bo aktîvîsta Kurd Werîşe Mûradî ku ji aliyê hêzên Îranê ve hate revandin daxuyaniyek belav kir û banga azadkirina çalakvana Kurd kirin.

Navenda Nûçeyan - Endama Komelgeha Jinên Azad ya Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî di roja 1’ê Tebaxa 2023’an de ku xebatên siyasî û rêxistinî yên jinan dikir, li nêzîkî bajarê Sine ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hate revandin û ji wê rojê şûn ve tu agahî jê nayên girtin. Tevgera Jinên Belûcîstanê der barê mijarê de daxuyaniyek belav kir.

Em piştevanên kesên ku ji bo wekhevî û azadiyê têdikoşinin’

Tevgera Jinên Belûcîstanê di daxuyaniya xwe de ragihand ku weke beşek ji tevgera azadîxwazên gelê Belûcîstanê, erkê wan têkoşîna dijî zordarî û çewisandinê ye û wiha hate gotin: “Di heman demê de em dilsoz û piştevanên xwişkên Kurd, çalakvanên mafên jinan, hemû kesên ku ji bo wekhevî û azadiyê têdikoşînin. Em revandina endama KJAR’ê ya ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar dikin.

Hat zanîn ku di dema revandinê de îşkence û helwestek xirab li beramberî Werîşe Mûradî hatiye kirin, ev cihê nerazîbûnê ye. Em banga azadkirina çalakvana Kurd dikin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku ji bo azadiya endama KJAR’ê bikevin nava hewldanan.”