Li dijî tecrîdê kon hat vedan: Em ê tim li qadan bin

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Malbatên Şehîdan û PYD ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan konê çalakiyê vedan.

Qamişlo- Bi armanca balkişandina ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê û pêkanêna edaletê ji bo mafên mirovan li pêşiya nûnertiya Netewên Yekbûyî konê çalakiyê hat vedan. Kon bi drûşmeya “Ji Ocalan re Azadî, ji pirsigrêka kurd re çareseriya siyasî” hate vedan. Konê çalakiyê 7 rojan dewam dike, gelek saziyên Rêveberiya Xweser û Endamên Tevgera Jinan û gel serdanê konê çalakiyê dê bikin. Kon di roja yekem de bi daxuyaniyê destpêkir.bin konê çalakiyê de daxuyanî hat dayîn.

Daxuyanî ji aliyê Endama Însiyatîfa Gel Şemsîxan Gulo ve hat xwendin.

‘Heger mafên mirovan hebe wê li cem Rêber Apo be’ 

“Bi navê Însiyatfa ge û bi navê Rêveberiya ku Serok Apo ji cîhanê re kiriye bi felsefeya xwe ya pîroz 74 dewlet îro rabûne pêşandanê ku azadiya Rêber Apo dixwazin, em jî wek Însyatîfa Gel azadiya Rêber Apo û çareserî ji pirsigirêkên Rojhilata Navîn tevahî dixwazin. Heger mafê mirova hebe wê li cem Rêber Apo be, heger çareserî hebe wê li Îmraliyê be, em bi hêvîne ji bo raya Giştî û hemû hiqûq nasê ku îro ji bo azadiya Rêber Apo azadiya vî gelî kar û xebatê dikin em destê aşîtiyê bidin hev bi kurdên xwe , erebên xwe, suryanên xwe, çerkesên xwe ji ber ku zarokên me dibin qurbaniya vê tevliheviyê  em destê aştiyê hildin em azadiyê bixwazin û çareseriyê ji Rojhilata Navîn re bixwazin wê çareserî li Îmraliyê be û azadî ji bo Rêber Apo re.” 

‘Em ê li qadan bin’

Rêveberiya PYD a Bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê sûryayê Menîca Heyder têkildarê konê çalakiyê axifî û wiha got: “Îro me li bajarê Qamişlo konê çalakiyê li dar xistiye ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ser asta Kantona Qamişlo , hemû bajarê me tevlî bibin ji 17’ê mehê heyanî 23’ê mehê ev kon berdewame. Armanca me ji vî konê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsigrêka siyasî ye. Ev 25 sal in ku ev tecrîda girankirî li ser Rêber Apo tê meşandin, ev ji bo tevahî cîhanê sûcekî pir mezin e. Rêberekî wek Rêber Apo bi salan ne ku bi tena xwe di hundirê zindanê de jiyan dike û ji hemû mafê xwe bê maf bûye, em vê tecrîda girankirî şermezar dikin.

Em weke jinên Kurd dibêjin çi dibe bila bibe em ê hertim çalakiyên xwe berdewam bikin, herdem li qadan bin da ku Rêber Apo azad be, azadiya Rêber Apo azadiya mirovahiyê ye. Li seranserî cîhanê pêngava azadiya Rêber Apo hatiye lidarxistin, li çar welatan berdewame. Em dibêjin kesên ku diibêjin em mafê mirovan diparêzin û hiqûq nasin Rêveberiya wan şermezar dikin, heta niha li hember tecrîdek wiha bêdeng in.”