Qeyûm hemû cih firotin keya şandin Umreyê

Qayûmê şaredariya Yenîşehrê ku xwe ji bi hilbijartinên xwecihî amade dike, li şaredariyê kirinên xwe didomîne, eraziyan bi texsît difiroşe, qayûmê ku du tax derxistine firotinê derket holê ku keyayên taxê ku li herêmê dixebitin şandiye Umreyê.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Li Tirkiyeyê hilbijartinên xwecihî ku tê plankirin di 31’ê Adara 2024’an de bê kirin şardariyên qayûmê dest bi amadekariyê kirin lez dane xebatên xwe heta kevirê dawî jî hewl dide bi firoşe û wisan dewr bike. Gelek şaredariyên ku qayum lê hatin tayinkirin di nava deynan de dixeniqin bi belgeyan diyar e, beriya hilbijartinên xwecihî pêngava herî dawî qayum lîst, tax û qadên civakê yên gel lê dijîn difiroşe.

Keya şandin Umreye!

Yek ji cihên ku lez lê dayî xebatan şaredariya Yenîşehrê ye. Di hilbijartinên xwecihî ku di 31’ê Adara 2019’an de hat kirin ji sedî 62’ê dengan şaredariya HDP’ê qezenc kiribû. Di dîroka 13’ê Mijdara 2019’an de qaymeqamê navçeyê Murat Başikçi weke qayûm hat tayînkirin. Ji roja ku tayîn bûyî heta niha qayumê ku bi firotinê ketî rojevê, xebatê wî yê herî dawî keyayênên taxê şandine Umreye bû. Li gorî ku me jî keyayên taxê teyît kir armanca vê xebatê ji bo xebatên hilbijartina xwecihî keyayêna rêxistin bikin bû, dinirxînin. Di heman demê de hat diyarkirin ku di nav de 30 keyayêm taxê, kursa quranê û mamosteyên dibistana Amadeyî ya Îmam Hatîp, xwendekar û yên nêzî wan bi giştî 164 kes şandin Umreyê.

Tax û erazî derxist firotinê!

Fabrîqeya ku taxa Îplîk derxist firotinê pêvajoya hiqûqî berdewam dike. Firotina ku gel helwest nîşan da birin darazê, hemwelatiyan diyar kirin ku heta ku şertên wan amadekirine neyên qebûlkirin ji taxê dernakevin. Careke din çar eraziyên girêdayî taxa Dokuzçeltik ku derxistin firotinê kar û barên îhaleye hê berdewam dike. Du îhaleyên erzayan hat îbtalkirin, îhaleya ku piştî vê nayê zanîn wê kengê bikin.

 Herî dawî cihên nayên veguhestin jî tên hilweşîn!

Hat zanîn ku ji derveyî eraziyan kar û berên dewrkirina cihên herî dawî nayên veguhestin jî dest pê kiriye. Li şaredariya navçeyê deynê 178.333.888.00 Tl ku qeyûma şaredariyê di sala 2019’an de hêlayî  tê îdiakirin ku hê zêdetir e. Saziyên jin û navendên çand û hunerê ya girêdayî şaredariyê, texsîsî qaymeqamî û miftiyan kiriye, hat zanîn ku ev sazî vegerandine kursên quranan. Hevseroka Şaredariya Yenîşehrê ya Partiya Demoqratîk a Gelan (HDP) ku li cihê wê qeyûm tayîn kirin Belgîn Dîken der barê tiştên ku hatî jiyankirin de wiha got: “Li cihê ku xizmetê ji gel re bike, yê gel jê distînin.”

Belgîn Dîken da zanîn ku di demên berê de hêjamerek zêde cihên nayên veguhestin tesîsî emniyet, qeymîqamtî, miftitiyê, perwerdeya nefêçeyê û saziyan kiriye. Piştî tayîna qayûman ya sala 2019’an de cihên herî dawî nayên vaguhestin ên mayî jî zanayriyên ku firotiye hatin. Belgîn Dîken destnîşan kir ku saziya jinan ya girêdayî gel, mala çandê, mala şînê û cihê şitlan û gelek qadên din ên civakî ji gel hatine standin. Qayûm di her qadê de di sinifê de maye. 

‘Cihên nayên veguhestin ji miftîtiyê an jî ji qeymeqamtiyê re hat hiştin’ Belgîn Dîken der barê mijarê de ev daxuyanî da: “Me di sala 2019’an de bi îradeyek ji sedî 62’an şaredariya xwe girt. Di wê demê de me bi zelalî rûxandinên qeyûmên ku di sala 2016’an de hatine wezîfedarkirin dîtin. Me jî li ser wan rûxandinan rapor amede kir. Wê demê, qeyûm hemu cihên nayên veguhestin birin qada neql-tesîsê. Ev cih dewrî saziyên dewletê, bi taybetî jî miftîtîyan hatin kirin. Ji bo ku Diyanet xebatên xwe bimeşîne ji bo wan malên sersaxiyê ava kirin. Beriya ku saziya jinan a ku ji bo jinan hat vekirin jî tesîsê miftîtî kirin. Têgihîştina qeyûman ji cihê xwe rêvebirina giştî û şaredariyê qet nebû. Di pêvajoya qeyûmê de tu xebatên ekolojîk û civakî nekiriye. Qeyûmê duyemîn jî rûxîna ku niha hiştiye berdewam dike.” ‘Erdên şaredariyê bi teqsîtan firotibûn alîgirên xwe’ Belgîn Dîken bal kişand ku qeyûm erd bi teqsîtan difiroşe û bi gelemperî di îhaleyên van firotanan de tenê navek heye û ev nav an jî şirket ji kesên nêzî qeyûm pêk tê. Belgîn Dîken, diyar kir ku pêvajoya qanûnî ya firotina taxan piştî erdan dewam dike û wiha got: “Erdên aîdî şaredariyê li taxên Dokuzçeltik, Şîlbe, Fabrîqe û Ûçkuyularê tên firotin. Her wiha em hîn bûn ku ev firotin bi teqsîtan hatiye kirin. Şaredariyê piştî firotina erd dest bi firotina taxan kir. Dema em li îhaleyan dinêrin, em dibînin ku bi giştî navên yek kesan hene. Her kes dizane ku qeyûm ji bo piştevanan kar nakin. Li ser vê yekê îhaleyan didin derdorên xwe. Xwestin taxên Dokuzçeltik û Fabrîqe bifiroşin, lê gel nerazîbûn nîşa da û ev rewş birin darazê. Di vê pêvajoyê de em li rex gelê xwe bûn. Gel li gorî daxwazên xwe şertname amade kir û xwest îhale bê kirin.” ‘Ew qada ku yekîneya paqijiyê lê ye jî didin firotinê’ Belgîn Dîken anî ziman ku qeyûm di vê pêvajoyê de şaredariyek ji maf û xizmetan dûr bi rê ve dibe û wiha got: “Welatî cihên aîdê van mirov û vî gelî difiroşe. Em hîn bûn ku heta înşaatê ku yekîneya paqijiya yekîneya herî mezin a şaredariyê lê ye, ji bo firotinê hatiye derxistin. Tiştek ji gel re nehişt û talana ekolojîk a cidî rû da. Di vê pêvajoyê de, qeyûm herêmek ku gel bikaribe bikar bîne ava nekir. Qeyûman bi paşguhkirina vîna gel hatin û bi tu awayî xizmeta vî gelî nekirin. Dema em îro lê dinêrin, navê qeyûman bi gendeliyê derbaz dibin. Karekî ku bi tevahî berevajî nêzîkatiya şaredariya me ye, dikin. Vana wekî xizmet pêşkêşî gel dikin. Lê li ser navê xizmetê tu xebat nayê kirin.” ‘Amadekariyên çûna xwe dikin’ Belgîn Dîken, anî ziman ku ev amadekarî ji bo hilbijartinên nêzîk dibin hatine kirin û armanc îmhakirinek mezintire û destnîşan kir ku kesên ku wê îradeya xwe di sindoqan de ji nû ve bînin ziman wê şaredariyên xwe paşve bistînin. Belgîn Dîken, derbarê hilbijartina nêzîk de jî nirxandinan kir û wiha got: “Ji ber ku baş dizanin wê biçin vê yekê dikin. Hilbijartinên herêmî nêzîk dibin û em hemû jî dizanin ku ji ber ku nêzîk dibin di nav lezeke wisa de ne. Hema bêje li navçeyê cihekî ku nehatine firotin nemaye. Erdên ku 25 salan nekarîn bifiroşin, carna bi berdêl û carna jî bê pere didin saziyên dewletê. Ji bo ku şaredarî zêdetir wêran bibe vana dikin. Em ê dîsa bikevin wê şaredariyê û berevajî wan em ê xebatên xwe yên ekolojîk, civakî û jinê bidomînin. Gel wê dîsa îradeya xwe li ser sindoqan nîşan bide.”