Tevgera Jinên Afganîstanê li Elmanyayê çalakiyên xwe didomînin

Tevgera Jinên Afganîstanê li gelek bajarên Elmanyayê daxuyaniyên çapemeniyê, mîtîng û meş pêk anîn.

Navenda Nûçeyan – Tevgera Jinên Afgan a ku li Almanyayê tê organîzekirin, ji bo raya giştî ji pêkanînên Talîbanê yên li dijî jinan agahdar bike û tevgerên jinan bike yek, çalakiyên xwe didomîne. Tevgera Jinên Afgan ku li gelek bajaran daxuyaniyên çapemeniyê, mîtîng û meş organîze dike, duh li bajarê Dusseldorfê çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de jinên Afganî, Elman, Kurd û Îranî hatin cem hev. YJK-E Dusseldorf a Kolnê jî tevlî çalakiyê bû. Di daxuyaniya çapemeniyê ya ku di çalakiyê de hat dayîn de hat gotin ku Talîban ji bo jinan "rejîmeke terorê" ye. Di meşê de bê navber dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" û "Talîban raweste" hatin berzkirin.