Jinên Diwandere namînin benda sibe: Şoreş îro ye

Jinên Diwandereyî hemû polîtakayên zextên ên komara Îslamê ya Îranê red dikin, li dijî hicaba bi zorê derketin û gotin; ‘Şoreş îro ye.’

Diwandere – Li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, bi taybet jin rastî gelek binpêkirinên mafan tên, ji cezayê darvekirinê û heta pêkanînên cil û bergan dixwazin jinan bêxin di bin kontrolê de. Jin jî li dijî vê zîhnyetê ji dûh heta îro têkoşînên dîrokê dikin. Jinên Rojhilatê Kurdistanê ji bo xwe wê şoreş sîstema siyasî bi guhere û dibêjin ku guherîna sîstemê tenê parçeyek jî pêvajoya şoreşê ye.

Jin quralên hicabê red dikin

Jin difikrin ku guherîna rast ya şoreşê niha were jiyan kirin. Ev derketina şoreşa Diwandere jî di navde li bajarên Rojhilatê Kurdistanê jin di jiyana rojane de çavdêrî dikin. Jinên ku quralê hicaba bi zorê red dikin, namînin li benda sibe, li gora keyfa xwe cil û bergan dihilbêjêrin û derdikevin ji derve.

Bajar windahiyên xwe ji bîr nakin

Li Îranê piştî qetilkirina Jina Mehsa Emînî, bajarê Diwandere yekem bajar bû ku li dijî zext û zilma komara Îslamê ya Îranê rabûye serhildanê. Bajarê Dîwandere ji saeta destpêkê ya serhildanê gelek windahî û birîndar dan. Ev 5 mehe li ser serhildanê re derbaz bûye, bajarê Diwandere windahiyên xwe ji bîr nakin û nadin ji bîrkirin.