Ji Ruqiye Sadegnî ya Afganî Peyama 8'ê Adarê: Serkeftin ya jinan e
Aktîvîsta Afganî Ruqiye Sadeghî bi weşandina peyameke vîdyoyî 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kir.
Kabul – Bi boneya Roja Cîhanî ya Jinan, çalakvana jin a Afganîstanê Ruqiye Sadeghî peyamek vîdyoyî belav kir.
Ruqiye Sadeghî 8'ê Adarê li jinên çar aliyê cîhanê bi taybet jinên Afganîstan û Îranê pîroz kir û got, “Ez silavên germ ji hemû jinên cîhanê re dişînim. Em dikarin bi qîrîna dirûşmên Jin, Jiyan, Azadî, nan û xebat hîmên hikûmetên bi rengê îslamî bihejînin û ez bawer im bi berdewamiya têkoşîna jinan ev desthilatdarî jî wê rojekê hilweşin. Serkeftin ya jinan e.”