Ji dirûşma “Nan, azadî û aramî" ber bi "Jin, jiyan, azadî"

Hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a kantona Kobanê Felek Yusif b boneya 8'ê Adarê serhildanên "Jin, jiyan, azadî" wiha nirxand: "Jinan di nava 112 salan de gavên mezin avêtin "

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Di çarçoveya rêzeçalakiyên jinan ên bo 8'ê Adarê, cara yekemîn jinan bi dirûşma taybet "Nan, azadî, aramî" di 1917'an de li bajarê St.Petersburg ê Rusyayê dest bi çalakiyan kirin. Bi pêşengiya 128 hezar karkerên jin piraniya karkerên li Rûsyayê tevli çalakiyên şermezarkirinê bûn. Ev serhildana jinan roleke mezin di şoreşa Cotmehê de lîst ku dawî li rêveberiya Çar a Rûsyayê ya ku 370 salan serdest bû, anî. Ev rastî jî heta roja îro ji aliyê her kesê ve tê destnîşankirin. Piştî greva jinên Emerîkayê yên di salên 1980'yî de û çalakiyên jinên Rûsyayê yên di salên 90'î de ku karkerên jin pêşengiya şoreşan kirin, di 3'emîn konfransa jinan a navneteweyî ku di 1921'ê de pêk hat, 8'ê Adarê weke Roja Jinên Kedkar a Cîhanî hat pejirandin.

Piştî 112 salan ji pejirandina Roja Jinan a Cîhanî ku sedsaleke bi têkoşîn û destkeftiyên jinan dagirtî bû, di roja îro de jinên cîhanê xwe li dora dirûşm ango felsefeya azadiya jinan a sedsalê kirin xelek.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Adara 1998'an de Rêgezên Bîrdoziya Rizgariya Jinan weke diyariya 8'ê Adarê pêşkêşî jinên Kurd, Rojhilata Navîn û yên cîhanî kir. Rêber Ocalan ji bo vê mijarê wiha got; Bi wesîleya vê rojê, di serî de jinên ku di nava êş û azaran de ne û bi zehmetiyên mezin re rû bi rû ne, ji bo hemû jinên welatên me xelata herî hêja ku ez bidim ev e: “Deriyekî jiyanê ku karibe hêza azadiyê ya di hemû dîroka xwe de winda kirine vekim. Ango bi awayekî azad hêviya jiyanê bidim.”

Piştî vê nameyê jinên Kurdistanê dest bi xebateke dorfireh ango projeya azadiya jinan kirin. Bi taybetî jî piştî girtina Rêberê gelê Kurd Abdullah  Ocalan di sala 1999'an de, îsrar û daxwaza bicihanîna perspektîfên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan diyartir bûn. Jinan hêzeke mezin ji bîroziya Rizgariya Jinan girtin ku dikaribûn riya azadiya nîşanî jinên Rojhilata Navîn û cîhanê jî bidin. Li ser vê bingehê li Rojavayê Kurdistanê şoreşeke bi pêşengiya jinan ku bi felsefeya "Jin, jiyan, azadî" bi rê ket, di Tîrmeha 2012'an de hat destpêkirin. Jinên Rojava bi evîn û kelecaneke mezin ev şoreş hembêz kirin ku şoreş di hundirê şoreşê de pêk anîn. Bi wateyeke din şoreşê di warê hişmendî, aborî, siyasî, parastin, çand, ziman û hwd. de dest pêkirin.

Bi vê şoreş re û xebatên ku hatin meşandin, jinên Rojhilata Navîn û ên cîhanê bandorbûna xwe bi gelek rêbazan anîn ziman. Ji lewre bi sedan şandeyên jin ev 10 sal in bênavber serdana qada şoreşê dikin.

Piştî vê gavê di Îlona 2022'yan de li Rojhilatê Kurdistanê serhildanên jinan ên li dijî pergala Îranê dest pê kirin. Ev serhildan piştî qetilkirina jina ciwan Jîna Emînî di 16'ê Îlonê de dest pê kirin. Ya balkêş di van serhildanan de dirûşma "Jin, jiyan, azadî" bû. Dirûşma ku xwe dispêre bîrdoziya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî ku li Rojhilatê Kurdistanê hat qîrîn deng veda. Ev dirûşm ango felsefe tevahî jinan anîn gel hev û jinan çirûska azadiyê ku ji aliyê hêzên serdest ve hatibû lewazkirin ji nû ve geş kirin û rojên xwe hemû veguherandin rojên têkoşînê.

Heta niha jî serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin û li rex vê yekê jinên Rojhilata Navîn û yên cîhanê mijara azadiya jinan kirine rojeveke gerdûnî. Yekitî û têkoşîna jinan a di bin dirûşma "Nan, azadî, aramî" bi felsefeya "Jin, jiyan, azadî" re derbasî pêvajoyeke nû bû ku nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştrast kir.

Di vê çarçoveyê de hevseroka Yekitiya Rewşenbîran ya Kantona Kobanê Felek Yusif serhildan û têkoşîna jinan bi boneya Roja Jinan a Cîhanê şîrove kir.

‘Jinên Kurd rastiya hebûna jinan raxistin ber çavan’

Felek Yusif di destpêkê de behsa têkoşîna ku ji aliyê jinan ve hatiye meşandin kir û wiha got: "Roja 8'ê Adarê di encama têkoşîna jinên ku di wê demê de daxwaza wekheviya di warî aborî de kirin, hat hilbijartin û pejirandin. Ev roj bi rengekî hêsan nehat bidestxistin ku di encamê de bi sedan jinan jiyana xwe ji dest dan. Li seranserê cîhanî û di tevahî qonaxên dîrokê de jinên pêşeng û serhildêr hene lê ez dixwazim bi taybetî balê bikşînim ser têkoşîna jinên Kurd. Ev zêdetirî 40 salan e ku jinên Kurd li hemberî pergala baviksalar, newekheviyê û xwarina mafê xwe serî hildane. Di serî de jinên li çiyayên Kurdistanê di warê xweparastinê de îsbat kirin ku jin dikarin welat û hebûna xwe biparêzin. Her wiha di şoreşa me ya Rojavayê Kurdistanê de jinan careke din teqez kirin ku jin dikarin di tevahî warên jiyanê de xwedî rol û hêza pêşengiyê bin. Ev yek jî bingeha xwe ji têkoşîna 40 salan digre ku bi perspektîfên Rêber Apo ku rêhevalê jinan ê yekemîn e. Rêber Apo yekem kesayeta di dîrokê de ku hebûn, nasname û hêza jinan analîz kir û bi jinan da naskirin."

‘Perspektîfên Rêber Apo yên ji bo 8'ê Adarî jiyanî bûn’

Felek Yusif di domandina axaftina xwe de serhildanên di bin sîwana felsefeya sedsalê de wiha nirxand: "Me weke tevgera jinan li Rojavayê Kurdistanê, şoreşa xwe bi felsefeya "Jin, jiyan, azadî" dest pê kir. Bi serhildana jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê re ev dirûşm careke din ket rojevê ku ev serhildana cîhanî jî bû. Ev yek ji bo me tê wateya pêkanîna perspektîfa Rêber Apo ku dibêje divê hemû rojên jinan 8'ê Adarê bin. Ev zêdetirî 6 mehan e ku jinên Rojhilatê Kurdistanê rojane ji bo maf û hebûna xwe li qadan in. Em îro van gavan dijîn, gavên ber bi azadbûna jinan û civakê ve. Cîhanîbûna şoreşa jinan destkeftiyeke gelek mezin e di sedsala 21'emîn de. Rojane têkoşîn û serhildana jinan berfireh û kûrtir dibe. Îro li hemû deverên cîhanê û bi gelek zimanan dirûşma "Jin, jiyan, azadî" tê berzkirin. Ev yek jî naskirin û zanebûna jinan û gelan a ji bo pirsgirêkên sereke nîşan dide ku wê bi azadiya jinan re wekhevî, demokrasî pêk were û dawî li şer û pevçûnan jî bê."

‘Ji daxwaza wekheviya aborî jin gihîştin qonaxa daxwaza hebûna xwe’

Felek Yusif dirêjî da axaftina xwe û wiha behsa guhertinên di daxwazên jinan de çêbûne kir: "Jinan di destpêkê de şoreş ji bo newekheviya di warê aborî de dest pê kirin. Lê di di roja îro de armanc û daxwazên jinan mezintir bûne, ev yek jî berbiçav e û xwe daye der. Di roja îro de jin ne tenê daxwaza mafên xwe yên aborî dikin, di destpêkê de behsa mafên xwe yên mirovî dikin. Niha jin doza hebûna xwe ya siyasî, dîplomasî, civakî, xweparastin, xweserî û hwd. dikin. Jin di bin navê ol,  malbat û bi gelek rêbazên din de ji nasnameya xwe ya rast hatiye dûrxistin. Qetilkirina Jîna Emînî jî yek ji hezaran mînakên ku mirov dikare bîne ziman e. Jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê Jîna Emînî weke hêza serhildanê girtin dest. Ji çarçoveya tunekirin û qetilkirina jinan a di bin navê ol de, doz û daxwazên xwe mezintir û berfirehtir kirin. Ji ber vê asta ku serhildanên di bin navê "Jin, jiyan, azadî" de gihîştinê, mirov dikare pêşerojeke serkeftî ji bo wan bibîne ku wê jin pergaleke li gorî daxwazên xwe ava bikin."

‘Yekitiya jinan a ruhî û hişmendî hêza serkeftinê ye’

Hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Kobanê Felek Yusif axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Îro em weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa xwe ya ji bo azadiyê û projeya Neteweya Demokratîk bi hev re berdewam dikin. Şoreşa me ji bo jinên cîhanê bû îlhama têkoşîna li hember koletî û desthilatdariyê. Rêber Apo got ku sedsala 21'emîn wê bibe sedsala azadiya jinan, em niha vê yekê dijîn. Şoreşên ku niha li dar in xwe dispêrin mîrateya jinên têkoşer lê di vê sedsalê de jinên Kurd pêşengî kirin û bûn hêviya serkeftinê. Bi boneya Roja Jinan a Cîhanê ez vê bangawaziyê dikim. Heger em weke jin yekitiyeke ruhî û hişmendî ava bikin, em ê bikaribin di demeke nêz de weke jin, civak û xwezayê jî bi rengek azad bijîn. Em ê bikaribin bi vî rengî ji desthilatdariya biçûk a di malbatê de û heta ya dewletê rizgar bibin."