Malbatên windayiyan kiryarê Ahmet Sanir pirsin

Malbat-Xizmên windayîyan bal kişandin li ser çîroka Ahmet Sanir ê kud i sala 1994’an de di dema binçavkirinê de hatibû qetilkirin û gotin’Doza wî ji wê dîrokê heta niha weke kiryar nediyar hetiyê hêlan.’

Amed- Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Malbatên Windakiriyan çalakiya 734’emîn a “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolûyê ya navçeya Rezana a Amedê li dar xist. Di çalakiya ku pankart hatin vekirin de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê heftiyê de çîroka Ahmet Sanir li gundê Kerûn yê girêdayî Navenda Şirnexê di sala 1994’an de di dema binçavkirinê de hatî qetilkirin hat gotin.

‘Bi îşkenceyê hat binçavkirin’

Çîroka Ahmet Sanir ji aliyê endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz ve hat xwendin: “Ahmet Sanir ê li gundê Kerûn yê girêdayî navenda Şirnexê di sala 1994’an de bi wesayîta Torosa Spî ji aliye sê kesên bi çek li ber çavê birayî wî Omer Sanir îşkence lê hat kirin û hate binçavkirin. Di serdanên qereqol û dozgeran de idea kirin ku Sanir nehatiye binçav kirin. Piştî dû rojan dem Sanir hatî windakirin, gundiyên ku li gundek girêdayî Silopya gotin, di zivisatanekê de erebeyek bi marqeya Torosa Spi hat luqontaya Sînan û bi xişkandinê birin loqi-ontayê û piştî dû sê kêliyan dengê çekan hat. Li gora gundî behs kirin piştre heman kes cardin ketin erebeya xwe û ji wê dere dûr ketin. Li ser vê yekê gundî çûn lonqantaya Sînava û rastî cenazeyekê hatin. Gundiyan ew cenaze birin li goristana gund veşartin, piştî ku malbata Sanir vê bûyerê dibihîsin diçin gund. Gundî bi cilên ku li ber hatî qetilkirin didin malbatê û malbat wisa teşhis dikin ku kesê ku cenazeye wî hatî veşartin Sanire. Doza Sanir ji wê dîrokê heta niha weke kiryar nediyar maye.”