Basketbolvana Îranê Sarah Etamadî wêneyê xwe yê bê hîcab parve kir
Basketbolvana Îranê Sarah Etamadî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal Instagramê wêneyê xwe yê bê hîcab li gel hunermenda Îranê Fatima Motamed Arya parve kir û got: “Ez bi jinên welatê xwe serbilind im.”
Navenda Nûçeyan- Serhidanên gel ku li Îranê piştî qetilkrina Jîna Emînî bi dirûşma Jin Jiyan Azadî dest pê kir, ji 5 mehan zêdetir didome. Basketbolvana Îranê Sarah Etemadî ji bo piştgirî bide serhildanên gel ên li Îranê li gel lîstikvana fîlm û televîzyonê ya Îranê Fatima Motamedî Arya wêneyek bê hîcab kişand. Sarah Etemadî ew wêneyê ku bê hîcab kişandiye li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal Instagramê parve kir û di bin wêne de got: “Ez bi jinên welatê xwe serbilind im.”
Yek ji jinên ku sîstema rêveberiya Îranê şermezar kir, Fatemeh Motamed Arya bû, bi gotina; “Jin û keçên ku ji azadiyê hez dikin hene” bal kişand ser têkoşîna jinan.